Tewere

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Tewere liqê herî dirêj ê demarexaneyê ye.

Tewere, rîşaledemar an jî akson (bi îngilîzî: axon) beşekî demarexaneyê yê.

Xaneya demar bi şeweyê liqar e, li gel gellek liqin kurt, bi gelemperî liqek dirêj jî ji parzûna xaneyê ber bi derveyê demarexaneyan dirêj dibe. Ev liqê dirêj wekî tewere tê bi navkirin. Ango tewere liqê dirêjtirîn ê demarexaneyê ye ko demareragihandinan vediguhazîne dûrê laşexaneya demarexaneyê.

Anatomiya tewereyê[biguherîne]

Bergê maylînî ku.png

Bi gelemperî xaneyên demar yek an jî du tewere lixwe digirin, lê hin demarexane bê tewere ne. Wekî mînak di çîna koroîdî ya çavê mirov de bi navê amacrine hin xaneyên demar hene ko bê tewere ne[1]. Dirêjiya tewereyê li hin demarexaneyan ji metreyek dirêjtir e[2]. Tewere pêkhateyek rîşalî ye, lê kotahiya tewereyê liqdar e. Tewere ji laşê demarexaneyê dirêj dibe, beşa demarexaneya ko tewere jê derdikeve wekî tûmika(tepik) tewereyê tê bi navkirin. Herwisa tûmika tewereyê wekî kerta pêşîn(seretayî) jî tê bi navkirin. Kartêkir ji hawirdorê bi navbeykariya dendrîtan tên wergirtin û ber bi laşê xaneya demar ve tên şandin. Kartêkir ji laşexaneyê di beşa kerta pêşîn de bi şeweya erkê kar (bi îngilîzî: action potential) derbasî tewereyê dibe[3]. Kartêkir li ser parzûna laşê xaneyê de erkê kar peyda dike. Laşexane kartêkiran bi şêweyê demareragihandin arasteyê tewereyê dike. Tewereyî hin xaneyên demarê bi pêkhateyek çewrî dorpêçî ye[2]. Ev pêkhate wekî bergê maylînî tê bi navkirin. Bergê maylînî, tewereyan ji hev dadibirrine, herwisa guhaztina erkê kar leztir dike[1][3]. Ji xeynî xaneyên demarekoendama navendî, bergê maylîni yê tewereyê demarexaneyan ji xaneyên Schwann pêk tê. Lê bergê maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên olîgodendrosît pêk tê[4]. Xaneyên olîgodendrosît xaneyên palpiştin ji boy demarexaneyan. Di navbera rêza xaneyên Schwann de, ango di navbera du bergên maylînê de hin beşên tewereyê bê maylînî ye, ev beşên navbera bergê maylînî wekî girêya Ranvier tê bi navkirin. Kotahiya tewereyê liqdar e, serê van liqan wekî kotahiya tewerê (bi îngilîzî: axon terminal) an jî demarekotahî bi nav dibe[4]. Erka kar li demarakotahî de bi dawî dibe, ragîhandin ji tewereyê bi awayek kîmyayî derbasî xaneyek din dibe. Kotahiyên teweryê bi xaneyên paşgehînke ve raste rast bi temasê de nîn in. Di navbera kotahiya tewereyê û parzûna xaneya paşgehînke de valahî heye. Ev devera ko kotahiya demarexane û xaneya paşgehînke rastê hev tên, wekî gehînkeya demarî an jî gehînke (bi îngilîzî:synapse) tê bi navkirin[5][6].

Bergê maylînî yên xaneyên demarekoendama navendî ji xaneyên olîgodendrosît pêk tê

Erkê tewereyê[biguherîne]

Tewere erkê guhaztina demareragihandin pêk tînê, ji laşêxaneyê ber bi dûrê demarexaneyê. Kartêkirên ji hawirdorê hatine girtin, bi şeweyê demareragihandin, bi riya tewereyê, tên veguhaztin boy xaneyek din. Dibe ko ev xaneya din xaneyek demar, xaneyek masûlke an jî xaneyek rijênê be. Li tewereyê demareregîhandin bi şeweyê erkê kar dirûst dibe. Li tewereyê erkê kar bi çalakiya elektrîkî pêk tê. Erkê kar di parzûna tewereyê de li beşên girêyên Ranvier de bi alûgorkirina îyonên sodyum (Na+) û potasyumê ( K+) çê dibe[7]. Heke ji ber darbeyek, ziyan bigehîje tewereyê û tewere birîndar bibe, xaneyên Schwann palpişta tewereyê dikin û cihê ziyangirtî baş dikin[7].

Nexweşiya MS[biguherîne]

Hin caran koendama bergiriya mirov li dij bergê maylînî ya tewereyê bergirî dabîn dike. Ji koendama bergiriya van mîrovan wetrê, bergê maylînê ne beşek ji laşê mirov e, loma divê bêne tunekirin[4]. Bi taybetî xaneyên T yên lîmfê ,êrîşê bergê maylînî ya xaneyên demarekoendama navendî dike[8][2]. Ji ber têkşikestina bergê maylînî, demareragihandin têk diçe an jî pir hêdî tê guhaztin. Hin caran dibe ko ne tenê bergê maylînî, lê tevahiya demarexaneyê jî bimre. Ev rewş dibe sedema reqbûna gellek demarxaneyan, loma navê nexweşiyê fire reqbûna demarerîşal e. (bi îngilîzî:multiple sclerosis (MS))

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b OpenStax Biology. 2013. [1]
  2. a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  3. a b McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  4. a b c Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
  6. OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  7. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  8. Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4