Here naverokê

Dep

Navçeya Depê
Karakoçan
Dîmenek ji navenda bajarê Depê
Navçeya Depê li ser nexşeya Xarpêt nîşan dide
Navçeya Depê
Navçeya Depê
Navçeya Depê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Navçeya Depê
Navçeya Depê
Koordînat: 38°57′8″Bk 40°2′13″Rh / 38.95222°Bk 40.03694°Rh / 38.95222; 40.03694
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehXarpêt (parêzgeh)
SerbajarDep
Hejmara nahiyeyan3 nahiye
Hejmara bajarokan2 bajarok
Hejmara gundan88 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.085 km2 (419 sq mi)
Bilindahî
1.090 m (3580 ft)
Nifûs
 (2008)
30.338[1]
 • Berbelavî28/km2 (70/sq mi)
 • Serbajar
 (2012)
13.140
Koda postayê
23600
Koda telefonê(+90) 424
Map
biguhêreBelge

Dep an jî Depê (bi tirkî: Karakoçan) yek ji navçeyên Elazîzê ye. Dep bi rêbejahî 102 km dûrî bajarê Elezîzê ye û navbera Depê û Çewlîgê (Bîngol) jî bi rêbejahî 50 km ye. Reya ku ji Elezîzê tê û aliyê Çewlîgê heya Wanê diçe, di ber Depê rê derbaz dibe. Dema ku hê navçe biçûk bû ev rê ji navçeyê 4 km dûr bû. Lê niha bajer berî bi aliyê rê ve berfireh bûye û gihiştiye ser rê.

Cî û tixûbên bajêr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nexşeya Depê

Sînorên navçeya Depê; li bakur bi Gêxî û Xorxolê ve, li başûr bi Palo û Qowanciyan ve, li rojhilat bi Bîngolê ve, li rojava jî bi Qisle û Mêzgirtê ve tê girêdan. Pîvana erdê Dep ê 1.085 km² ye û bajêr ji rûyê avê 1.090 m bilind e. Rewşa hewayê bi havînan pir germ û ziwa, zivistanên jî sar derbas dibe.

Herêma ku bajêr di tê de ye bi Kurdî Oxî tê binavkirin. Dep heya sala 1936'î gundekî Oxiyê bû û di sala 1936'î de bûye bajêrok navçe. Berê bajêrokbûna Depê melbenda Çanê girêdayî Gêxiyê, melbenda Oxî û Lexanê jî girêdayî Paloyê bû. Van hersê melbend bi navê bî Tirkî Karakoçanê dibe bajêrokê Xarpêtê

Çiyayên herî bilind ê Depê li rojhilatê çiyayê Qirûcê (2.372 m) û çiyayê Qizildağê (1.538 m) ne. Li rojavayê jî çiyayê Tor (1.615 m), çiyayê Celo (1.594 m) û Dîyarê Gazê (1.690 m) bilind dibin.

Çemê Pêrê: çavkaniya Pêrê li bajarê Gêxiyê ye. Çemê Pêrê wekî sînorê di navbera Depê û Nazmiye (Qisle) û Mêzgirtê di başûr de diherike gola Kebanê. Li ser çemê Pêrêyê sê pirê ji beton û sê pirê ji dar hene. Di bihar û payîzê de ne gengaz e ku, mirov derbazî hêla din bibe.

Çemê Oxîyê li gundê Sarican derdikeve, ji nav Depê re derbaz dibe û li nêzikê gundê Golanê dikeve nav çemê Pêrê.

Aborî û civak

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aboriya Depê li ser çandinî û ajaldariyê ye. Pir kes ji welêt diçin dewletên Ewropa ji bo karkirinê. Ew ji lêzimên xwe re pereyan dişînin û di warê aborî de alîkarî dikin. Erdê ku ji çandiniyê re munasîb e 417.000 dekar e. Ew jî ji sedî 38 (38 %) erdé Depê ye. Tenê 10 %ê vê axê avî, yên din bej e.

  • Mazlum Doğan, rojnamevan, şoreşger û yek ji damezrînerên PKKê

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]