Xûx

Navçeya Xûxê
Sivrice
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Xarpêt (parêzgeh)
Serbajar Xûx

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 52 gund

Gelhe (2008) 10.420[1] kes
Rûerd 634 km2
Berbelavî 16,4 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 4.491 kes
Koordînat 38°26′53″Bk 39°18′26″Rh / 38.44806°Bk 39.30722°Rh / 38.44806; 39.30722
Bilindayî 1.280 m
Koda postayê 23900
Koda telefonê (+90) 424
Xûx li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Xûx
Xûx
Xûx (Tirkiye)

Xûx, Xox, Gola Hezarê an jî Sîvrîce (bi tirkî: Sivrice) yek ji navçeyên Mezrayê ye. Navê Xûx di sala 1962 da hatîye qedexekirin. Xûx 30 km li başûrê Mezrayê dikeve. Firehiya erdê navçeyê 634 km², nifûsa wê bi giştî nêzîkî 14.200 kes in. Aborî li ser çandinî, xwedîkirina ajalan, masîgerî, karê hevrîşimê û karê mozhinguviyê ye. Fabrîka gûbre, kîremît û ava mîneral jî hene.

Pîştî avabûna Komara Tirkiyê pêl bi pêl ji Balkan û Asyayê koçberên misilman û Tirk anîne li Kurdistanê bicihkirine. Di salên 30 û 40 de ji Romanya û Yûgoslaviyayê 142 malbat anîne li Xoxê bicihkirine. Herwekî di sala 1992 de 3 malbat ji naxçevan, malbatek ji Rûsya, 3 malbat jî ji Çêçênistanê (sala 1999) anîne bicihkirine. Nakokî di navbera niştecihên herêmê yên Kurd û koçberan de gelek in. Gelê herêmê bi pirranî Kurd in. Çiyayên Hezarbaba (2.347 m) û Mestar (2.140 m) li herêmê ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]