Egîna Jêrîn

Navçeya Egîna Jêrînê
Ağın
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Xarpêt (parêzgeh)
Serbajar Egîna Jêrîn

Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 16 gund

Gelhe (2008) 2.978[1] kes
Rûerd 268 km2
Berbelavî 11,1 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 1.945 kes
Koordînat 38°56′36″Bk 38°42′53″Rh / 38.94333°Bk 38.71472°Rh / 38.94333; 38.71472
Bilindayî 880 m
Koda postayê 23960
Koda telefonê (+90) 424
Egîna Jêrîn li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Egîna Jêrîn
Egîna Jêrîn
Egîna Jêrîn (Tirkiye)

Egîna Jêrîn an jî Axin (bi tirkî: Ağın) yek ji navçeyên Mezrayê (Xarpêtê) ye. 80 km li bakur-rojavayê Mezrayê dikeve. Firehiya erdê navçeyê 260 km², nifûsa wê bi giştî nêzîkî 3.200 kesan. Sê aliyê erdê navçeyê Bendava Kebanê ye. Herwekî bi Dêrsim û Melediyê ye cîran e. Piştî avabûna Bendava Kebanê rewşa hewayê ya herêmê hatiye guhertin û klîmaya sar a Kurdistanê êdî nîne.

Dîroka navçeyê jî wekî ya Kurdistanê ye. Hîtît, Ûrartû, Roma, Mîrîtiyên Kurdistanê, Osmaniyan li vir desthilatî kirine. Di salên 1700 da bingeha navçeyê li gundê Axinê hatiye avabûn. Li herêmê gelekî bermayiyên dîrokî hene û mixabin pirraniya wan jî di bin ava Bendava Kebanê de mane. Derên Filehan bi giştî hatine tehrîpkirin. Dîsa jî Dêra Paxnîkê wekî xerabe maye û gelek tûrîst tên bo dîtinê. Kela Xoşrîkê, Nekropola Axinê, Pireya Şikefta Reş hwd balkêş in.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]