Derpêqut

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Derpêqutên jinan rengîn in

Derpêqut, hepik, qolik an jî derpêkink cureyek ji bincilkan e. Rûv û navranê pordike. Bi pêşketina teknîkên cûmkerîyê ve îro bi hezaran cureyê derpêqutan hene.

Cudatiya di navbera derpê û derpêqutan de ew e ku derpêqut qut in (kurt, kin). Heger hinekê ji narvanê berjêr bin, ji wan re derpêqut nayê gotin, ew dibin derpê.

Derpê û derpêqut pirranî bi lastîkên li piştê tê şidandin, ango doxînên wan ji lastîkê ne û hewce nake mirov her carê girê bide û vebike. Lê doxînên kemerî, bendî jî tên bikaranîn.

Derpêqutên mêran roj bi roj dişibin ên jinan. Derpêqutên jinan pirranî bi dantêlê ne. Ji bo cîhana erotîzmê jinên îro gelek cureyên derpêqutan dizanin û bikartînin.

Gelo kîlot derpêqut e?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi bandora zimanên gelên cîran de dehsalên dawî de, li Bakurê Kurdistanê kurd ji derpêqutan re hin caran dibêjin kîlot jî. Ev ne rast e, kîlot navê pantolên kurt e. Ji zimanên rojavayiyan belavbûye. Bo mînak ji pantolên siwaran re dibêjin kîlot. Kîlot bo pantolên tenik ên kurt jî tê bikaranîn. Dibe ku sedemê tevlîheviyê ev be. Lewra derpê û derpêqut ji bestirên tenik tên çêkirin.

Herwiha binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]