Dibistana şevînî li Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dibistana şevînî li Kurdistanê, mekteba şevînî li Kurdistanê an jî xwendingeha bi şevborîn li Kurdistanê dibistanên Kurdistanê ên şevînî ne ku tê de telebe dayîm tê mayînê. Li Kurdistanê, îro gelek ji wan hene. Lê ji ku asîmilasyona li ser serê kurdan bibina serî kar dibînin. Îro li Kurdistanê zarokên kurd ji zaroktiya xwe ji malê têne hilandin û dibin û di wan dibistanan de bicih têne kirin. Di wan dibistanan de ji rastiya xwe û dîrokê xwe û civaka dûr têne mezinkirin.

Li Kurdistanê ev dibistanên ku hene û ji wan re bi tirkî dibêjin "Yatılı okul". Di wan deran de mirovên ku diminin, ku her sibeh radibin ji xewê, bi xwêndaya ku bi tirkî jê re dibêjin "and" her sibe bi wan tê gotin ku bêjin "em tirk in". Bi vê yekê, ku mezin dibin, êdî têne tiştên di wan dibistanan de xwendina di seê wan de hene. Ji wan pê ve ti tiştekî dî nayê hiştin. Pirtûkên ku di wan deran de têne xwendin ji yên ku hertimî tirkitiyê bi aşq tênine ser ziman in. Ji wan pirtûkên wilo pê ve ti pirtûkên din nayêne xwandin û dewlet nahêle ku bikevine hundur de jî. Li wir, rastiyên wan yên ku hene, ji wan têne standin û binerdkirin.

Mirovê ku di wan deran de mezin bû, êdî bi tememî ji zimanê dayika xwe dûr dikeve. Ev yek bi sîstema perwerdeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi sistemî tê kirin. Axiftina bi kurdî û nirxên kurdî anîn ser zimên bi navê kurdî, qedexe ye. Nirxên kurdî jî bin bi navê tirkî têne ser zimên. Ev yek weke pêdiviyeke ku wê perwerde temem bike tê kirin.

Binêre herwiha[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]