Here naverokê

Diljen Ronî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Diljen Ronî
Jiyan
Jidayikbûn1981 (44–45 salî)
Cizîr, Şirnex, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
Cureyê muzîkêSlow-rock
PîşeBijîşk, Hûnermend
biguhêreBelge

Diljen Ronî, (jdb. 1981 li Cizîrê) bijîşk û hûnermendekî kurd e ku cûreya muzîkê ya slow-rockê dibêje.

Diljen Ronî sala 1981 ê li Cizîrê hatiye dinê û liv zaroktiya wî heta deh salî xwe derê derbast bûye û paşê bi malbatî koçê Amedê bûye. Li Amedê li Navenda Çanda Mezopotamyayê dest bi xebata xwe li ser muzîkê dike lê belê dilê wî de bijîjkî jî heye û piştî xebatek kurt fakulteya bijîjkiyê ya li Wanê qezenc kiriye. Li zanîngehê xwendina xwe û xebatên muzîkê bi hev re berdewam dike. Tenê ji xwe re malekê kirê dike û dest bi hevaliya stranan dike. Li Wanê zêdetir fêrî newayan û fêrî lêdana gîtarê dibe û hinek komên muzîkê re dixebite. Piştî xwendina zanîngehê dest bi xebata xwe ya bijîjkiyê dike. Paşê hevalên xwe re li ser albumekê di xebitin. Bi alîkariya hevalên xwe jî deh berhev dike û dikevin ser rêya Stenbolê… Li vê derê jî gelek hevalên hêja alîkariya wan dike. Derhenêr û aranjoriya vê albumê Seyîthan Kizil dike. Û albuma wî ya yeqem bi navê "Çend gotinen evînê..." di derkeve.[1] Piştî wê albumê 2012 yê albuma ya xwe ya bi navê "Du Demsal" di derkeve.[2] 2017 an jî albûm ya bi navé Çile derxist.[3] Niha jî hê xebatên xwe yên bijîjkiyê û muzîkê ber dewam dike.

Albûm

  1. ^ "Cizre'den 'Çend Gotinên Evînê'". Radikal (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ Gazetesi, Evrensel. "Diljen Ronî: Meşhur olanı değil, bende etki yaratanı okudum". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2020.
  3. ^ "Diljen Ronî - K24 / Röportaj / Hevpeyvîn - YouTube". www.youtube.com. Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2020.