Doğuş Derya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Doğuş Derya
Member of the 11th Parliament of Northern Cyprus (d)
Lefkoşa District (en)
dp.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
North Nicosia (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Pîşe
Partiya siyasî
Republican Turkish Party (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Doğuş Derya (jdb. 1978 li Bakurê Lefkoşayê) aktîvîst û siyasetmedareke tirkên Kîprosê ye. Doğuş Derya di sala 2013an de wekî parlementera Meclîsa Komara Kîprosa Bakur hatiye hilbijartin.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Doğuş Derya di sala 1978an de li Bakurê Lefkoşayê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Stembolê beşa Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî dixwîne û di sala 1999an de perwerdeya xwe yê li Zaningeha Stembolê xilas dike. Piştre li Stembolê li Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Bosforê de mastera xwe diqedîne.[1] Doktoraya xwe li Beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Kîprosê qedandiye.

Di salên 1997 û 98an de yek ji damezrînerên Komeleya Nûnerên Zanîngehan bû û di sala 2001ê de jî di xebatên Platforma Ciwanên Kîprosê de cih girtiye. Di salên dawî yên xwendina xwe de li Tirkiyeyê beşdarî xebatên komeleyên mafên jinan bûye.[1]

Piştî ku di sala 2007an de vegeriya Kîprosê li zanîngeha Rojhilata Nêzîk dest bi mamostetiya civaknasiya siyasî dike û heta sala 2008an vî karî berdewam kiriye. Di navbera salên 2008 û 2009an de di Mekanîzmaya Wekheviya Zayendî ya Civakî (TOGEM) ya di bin banê Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî de ava dike û di rêxistina civakî sivîl a Atolyeya Femînîst (FEMA) de dest bi xebatên xwe dike. Di vê navberê de lêkolînên akademîk li ser teoremên zayendî, nasname û neteweperestiyê dike. Di sala 2012an de Navenda Çalakiyên Civakî ya Şaredariya Gönyeliyê ava kiriye û heta sala 2013an rêveberiya rêxistinê koordîne kiriye.[1]

Doğuş Derya ji ber firkên xwe yê siyasî gelek caran rastê bertek û êrîşên nîjadperestiyê hatiye. Di sala 2018an de di dema sondxwarina parlamenteriyê de li parlamena Kîprosê bi awayê êrîşê li dijî siyasetmedara kurd Leyla Zana ku di sala 1991ê li parlementoya Tirkiyê pêk hatibû,[2] rastê êrîşeke nîv-fizîkî hatiye.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c "Jînenîgarî-Doğuş Derya". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 gulan 2016. Roja gihiştinê 28 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ Yemin krizinden bugüne Kürt siyasi hareketinin Meclis macerası (bi îngilîzî), roja gihiştinê 28 adar 2024
  3. ^ dogus yemin ve zaroglu kahıt fırlatma (bi îngilîzî), roja gihiştinê 28 adar 2024