Leyla Zana

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Leyla Zana
Zana (cropped).jpg
Jînenîgarî
Zayîn 3'ê gulana 1961
Amed, Tirkiye, (Bakurê Kurdistanê)
Netewe Kurd
Partiya polîtîk HDP
Zewac Mehdî Zana
Pîşe Siyasetmedar

Leyla Zana, di 3'ê gulana 1961'ê de ji dayika xwe bûye, siyasetmedareka kurd e ko piştî sonda qanûnî li parlamena Tirkiyeyê, bi kurdî axivt û ji ber wê û ji ber bizavên wê siyasî jibo doza kurdî li Tirkiyeyê kevt girtîgehê. Ew sembola berxwedana aştîxwaz ya kurdan li Tirkiyeyê ye. Li sala 1995'ê, Parlamena Ewropayê xelata navdar a Saxarov da Leylayê, lê heta sala 2004'ê ew ji ber zîndanîbûna xwe neşiya wê xelatê werbigirit.

Jînenîgar[biguherîne]

Leyla sala 1961'ê, li Farqîna li ser bi Amedê ji dayika xwe bûye. Hêşta 14 salî bûkê li Mehdiyê Zana rê hat mehîr kirin. Mehdî serokê şarêdariya Amedê bû û bîst salan ji Leylayê kaltir bû. Piştî ko Mehdî li sala 1980'î ji aliyê dewleta Tirkan ve hat zindanî kirin, Leyla bi awayekî çalak tevlî siyasetê bû. Ew li sala 1988'ê ji aliyê dewletê ve hat binçav kirin û êşkencedan.

Di hilbijartinên sala 1991'ê da, ji lîsteya SHP'ê wekî parlamenter kevt Meclîsa Mezin a Newengeran a Tirkiyeyê. Li dema sondxwarinê da, li civakê, rengê kesk, sor û zêr li pora xwe girê dabûn û bi kurdî got ko dê ji bo bi hevre jiyana demokratîka gelên tirk û kurd bixebitit. Ji ber vê yekê di civaka Tirkyayê da tevlîhevî derkevt û parlementerên neteweperest bi gotinên wekî cidatîxwaz , terorîst , wê bavêjin zindanê êrîş bîrin li ser Leyla Zanayê.

Leyla Zana, Selîm Sadak, Orhan Dogan û Hatip Dicle li sala 1994'an Partiya Demokrasiyê, DEP saz kir. Ev partî li 2'ê adara 1994'ê hat berbend kirin û bêritiya parlementerên DEP'ê ji ser wan hat ra kirin. Meclîsa Mezin a Newengeran a Tirkiyeyê ev bîryara xwe bi şahiyekê pîroz kir.

Dozger ji ber sondxwarina wê û mafparêziya wê ji bo gelê kurd berdarî jê re xwest. Li dawiya dozê, ji ber îxaneta li welêt, 15 salan cizayê zindanê xwar. Paşê 2 salên dî ciza tevilî vî cizayî hatin kirin.

Li xêve ango hezîrana sala 2002'ê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê Tirkiye ji ber doza nedadwer bi 50.000 Euroyan ciza kir.

Li 21'ê nîsana 2004'ê, DGM'ya bi hejmara 1ê ya Ankarayê, di doza jinûve darizandina parlamenterên DEP'ê yên berê Leyla Zana, Hatîb Dîcle, Orhan Dogan û Selîm Sadak da, cardin 15 salan cezayê giran yê hepsê da parlamenteran. Ango, dadgehê biryara sala 1994'ê caraka dî erê kir.

Rêkxistiya Lêbihurîna Navneteweyî anko Amnesty International navê Zindaniya Wîjdanê li wê kir. Li xêve anko hezîrana 2004'ê ji hepsê hat berdan, lê doza wê xelas nebû.

Piştî azadbûna ji zindanê[biguherîne]

Li sala 2002'ê, filmek bi navê Back to the world anko Vegeryana li Cîhanê li ser rewşa Leyla Zanayê hat çêkirin.

Li kewçêra 2004'ê li Brukselê xelata Saxarof wergirt û li parlamentê Ewropayî axaftineka bi zimanê kurdî kir. Xelata ros li Danîmarka sitend. Li 1995'ê, Xelata Rafto li Norwêcê wergirt. Li Tirkiyê jî ji aliyê derneka mafen mirova ji xelata aştiye girtiye.

Li sala 2005'ê, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê, 9.000 Euro li ser hisaba dewleta Tirkan dan Leylayê û her yek ji parlamenterên girtî yên dî. Ev biryar ji ber mandellirina mafên azadiya axivtinê bû.

Leylayê û hevalên wê Bizava Civaka Demokratîk (DTH) damezirand. Li 17'ê tebaxa 2005'ê, Bizava Civaka Demokratîk (DTH) û Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) bûn yek û Partiya Civaka Demokratîk (DTP) damezirand. Anha wî Hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê yên 7'ê hezîrana 2015'an parlamentera HDP ya Agirî dema 25'emîn çê bûn

Xelatên wergirtî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)