Dojeh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dojeh li gorî John Martin
Dara Zeqqûmê ya ku li Cehenemê (dojeh) şîn dibe, niştecihên wê neçar in ku fêkiyên tirş bixwin. (dojeha Îslamê) dikin

Dojeh an cehnem berevajiya bihuştê ye ku li gorî baweriyan.

Cihek di jiyana axretê de ye ku tê de giyanên xerab rastî êşên cezakirinê tên, pirî caran bi îşkenceyê, wekî cezayê herheyî piştî mirinê ji bo gunehên xwe hatine kirin.

Di gelek dîn û baweriyan de derbasdibe. Piştî mirina mirov tê bawerkirin ku mirov gorî kiryarên xwe tên darizandin. Heger kiryarên mirov ên neyînî, nebaş pirrbin, mirov li dojehê tê sizakirin. Gorî ola Îslamê li dojehê agir heye. Wekî tê zanîn olên yek-Xwedayî ku li Rojhilata Navîn derketine di bin bandora ola Zerdeştî de mane. Di ola Zerdeştî de mirovên bi gotina Hurmuz nekirine û kesayetiyeka wan î nebaş hene piştî mirinê ruhê wan tên sizakirin.

Dîsa di ola Cihû, Xrîstiyanî, Îslamê de jî baweriya dojehê heye. Gorî ola Îslamê kesên kafir, muşrîk û minafiq bêdawî di dojehê de dimînin lê kesên Misilman piştî ku sizayê xwe kişandin ji dojehê derdikevin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]