Dr. Fûad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Dr. Fuat hat beralîkirin)
Dr. Fûad
Dr. Fûad
Jidayikbûn1887
Şamkuşa Amedê, Kurdistana bakur
Mirin17ê nîsanê 1925
Deriyê Sêrê ya Amedê
EsilKurd
Pîşebijîşk, nivîskar û têkoşerekî doza azadiya Kurdistanê yê dawiya Osmaniyan
DînÎslam
biguhêreBelge

Dr. Fûad (jdb. 1887 li Şamkuş a Amed − m. 17ê nîsanê 1925, Deriyê Sêrê ya Amed) bijîşk, nivîskar û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê yê dawiya Osmaniyan bû. Tevî hevalên xwe ji aliyê Komara Tirkiyê ve li Amedê hatine darvekirin.

Dr. Fûad ji navçeya Çêrmûg a Amedê ye û lawê Hecî Îbrahîm Beg e. Li Amedê bijîşkî kiriye. Bi têkçûna Osmaniyan, destpêkirina serhildanên kurd re, ew jî wekî întellektûelekî wê demê tevlî têkoşîne dibe.

Tevlî serhildana Şêx Seîd dibe û bi îllegalîteyeke mezin têkilî bi serokatiya serhildanê re datîne û amadekariyên bidestxistina Amedê dike. Herwekî têkiliya hêzên Dersîm û Amedê li ser wî tên birêvebirin. Di îllegalîteyê de ewçend zîrek bûye ku, dewleta tirk nikare îsbatek bibîne û wî di dadgehên xwe de bi tewanbariya "Xwakirina cil û bergên Kurdî" tewanbar dikin û dixeniqînin.

Gotina Fûad a dawî (li ber sêpiya mirinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

"...Ji bo welatê xwe bi mêranî mirin, her gav di bîra min de bû. Ev axa ku îro em li ser têne darvekirin, bêguman dê rojekî ala serxwebûnê li ser bête hilkişandin..."

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]