Duran Kalkan
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Allégeance | |
Pîşe | |
Şerê tevlêbûyî |
Duran Kalkan (jdb. 14ê tebaxa 1954an, Güzelim, Tufanbeyli, parêzgeha Edeneyê, Tirkiye), wekî Selahattin Abbas[1] an jî Selahattin Erdem[2] tê zanîn, fermandar û yek ji payên bilind ên Partiya Karkerên Kurdistanê ye.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kalkan wekî endamê malbateke tirkên ku bi eslê ji Erzîromê ne jidayîkbûye.[3] Li dibistana mamostetiyê ya li Düziçiyê perwerdeyê dibîne û li wir perwerdehiya zwe ya mamostetiyê di nîvî de dihêle. Dûv re li Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendina fakûlteya fen û wêjeyê dike lê xeendina xwe li vir jî bidawî dike.
Di nava komeke li derdora Abdullah Öcalan, Alî Haydar Kaytan û Cemîl Bayik jî di nav de bû ku ji sala 1973an û vir ve bi rêkûpêk hevdîtin pêk anîn û piştre weke Şoreşgerên Kurdistanê hatin naskirin. Di kanûna paşîna 1974an de ji ber ku rayedarên tirk ADYÖDê girtin, demeke kurt bi Öcalan û Haydar Kaytan re hat binçavkirin.[4] Komê di meha mijdarê de Partiya Karkerên Kurdistanê ava kir û di destpêkê de di nava PKKê de fermandariya gerîlayan kir. Di dawiya salên 1980an de li şûna Riza Altun bû gerînendeyê darayî yê navneteweyî yê PKKë û heta dawiya salên 1980an li Almanyayê fînansên rêxistinê bi rê ve bir. Ew di sala 1988an de hate girtin û di dema dadgehkirina kurdan de li Düsseldorf, Almanya, hate dadgeh kirin.[5] Li Hamburgê di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kir ku 40 roj dom kir.[6] Ew bi Hasan Güler re ku rêbertiya rêxistina ewropî ya PKKê kiriye û bi fermana kuştina Ramazan Adigüzel hatiye sûcdarkirin.[7] Dozgerê dewletê cezayê muebbetê xwest lê ji ber ku di nava rêxistinê de pêşeng e 6 sal ceza lê hat birîn û ji ber binçavkirina wî serbest hatiye berdan.[8] Piştî ku ew çû Başûrê Kurdistanê, ji bo ku ji biryara girtinê dûr bixe.[9] Li wir wek fermandarê Arteşen Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK) û endamê Konseya Serokatiyê ya PKKê kar kiriye û di dawiyê de bûye endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK).[10]
Di rojnameya Özgür Gündemê de bi navê Adil Bayram nivîsan diweşîne.[11]
Kitêb
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kürdistan'da Demokratik Siyasetin Rolü Üzerine. [“Li ser rola polîtîkiya demokrasî li Kurdistanê“] Çapemend Serxwebûn 2006
- Sosyalîzmê, da ku PKKê jiyan dike, jiyana PKKê ye ISKU 2000
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Duran Kalkan: The Turk Fighting for Kurdish Irredentism, jamestown.org; accessed 4 June 2017.
- ^ Jakobs, Walter (9 adar 1994). ""Ein solcher Prozeß darf sich nicht wiederholen"". Die Tageszeitung: taz (bi almanî). r. 5. ISSN 0931-9085. Roja gihiştinê 28 îlon 2020.
- ^ lider51. "Hayaller - Adana ili Tufanbeylı ilcesi Güzelım Köyü Tarihi Köy hakkında geniş bilgiler". lider51.tr.gg. Ji orîjînalê di 30 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2013.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ Jongerden, Joost; Akkaya, Ahmet Hamdi (1 hezîran 2012). "The Kurdistan Workers Party and a New Left in Turkey: Analysis of the revolutionary movement in Turkey through the PKK's memorial text on Haki Karer". European Journal of Turkish Studies. Social Sciences on Contemporary Turkey (bi îngilîzî) (14). doi:10.4000/ejts.4613. hdl:1854/LU-3101207. ISSN 1773-0546.
- ^ ""Deutschland war und ist Teil des Krieges gegen Kurden"". Lower Class Magazine (bi îngilîzî). 16 adar 2018. Roja gihiştinê 28 îlon 2020.
- ^ Wiedemann, Charlotte (8 hezîran 1989). "Kurden protestieren". Die Tageszeitung: taz (bi almanî). r. 4. ISSN 0931-9085. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2020.
- ^ jakobs, w (19 kanûna paşîn 1994). "Ankläger: Mord und Totschlag im Auftrag der PKK". Die Tageszeitung: taz (bi almanî). r. 4. ISSN 0931-9085. Roja gihiştinê 28 îlon 2020.
- ^ Jakobs, Walter (9 adar 1994). ""Ein solcher Prozeß darf sich nicht wiederholen"". Die Tageszeitung: taz (bi almanî). r. 5. ISSN 0931-9085. Roja gihiştinê 28 îlon 2020.
- ^ The Militant Kurds: a dual strategy for freedom, books.google.com; accessed 4 June 2017.
- ^ "Executive Council member of the KCK Duran Kalkan, BDP 'Get out of the mountain' proposed".
- ^ "Duran Kalkan'dan HDP yönetimine 'pasiflik' eleştirisi". Radikal (bi tirkî). 22 hezîran 2015. Roja gihiştinê 16 tebax 2015.