Cemîl Bayik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cemîl Bayik
Jidayikbûn1955
EsilKurd
PîşeSiyasetmedar, aktîvîst, Rêvebirê Konseya KCKê
Partiya SiyasîPartîya Karkerên Kurdistan
biguhêreBelge

Cemil Bayık (jdb. 1955 li Keban, Bakurê Kurdistanê), yek ji pênc kesên payebilind ên damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê, (PKK) yek ji kesên rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê ye û endamê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê ye ku ji 12e kesan pêk tê.[1] KCK rêxistineke sîwana siyasî ya Kurd e ku PKK jî beşek ji rêxistinê ye.[2]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cemîl Bayik, di sala 1951an li Xarpêtê hatiye dinyayê. Sê bira û xûşkeka wî hene. Di sala 1976an de tevlî nava tevgera Apoyiyan dibe ku ev kom di heman demê koma ku bingeha damezrandina PKKê ye.

Piştre tevlî damezirandina PKKê dibe û dibe endamê komîteya navendî ya yekem. Bi tevî hevalên xwe Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK) ava dike. Niha jî yek ji birêveberên KCKê Koma Civakên Kurdistan ye.

Cemîl Bayik, endamê koma li derdora Abdullah Ocalan, Hakî Karer, Duran Kalkan, Alî Haydar Kaytan û Mazlum Dogan bû ku ji sala 1973an û vir ve bi berdewamî li ser îdeolojiyê civînên li dar dixistin û weke Şoreşgerên Kurdistanê dihatin naskirin.[3] Di civîna yekemîn a PKKê ya sala 1978an de Bayik bû alîkarê sekreterê giştî yê rêxistinê û bi vî rengî li pey Abdullah Ocalan bûye kesê duyemîn ê PKKê.[4]

Bayik, Kalkan, Kaytan û yên din di tîrmeha sala 1984an de fermana destpêkirina şerê çekdarî ya li dijî artêşa Tirkiyeyê ku li Bakûrê Kurdistanê ye, dane destpêkirin.[5] Di destpêka salên notî de rêveberê kampa Akademiya Mahsûm Korkmaz bû ku kampa perwerdeyê ya PKKê ya li Geliyê Beqa ya Libnanê bû ku di bin kontrola Sûriyê de ye.

Piştî girtina Rêberê PKKê Abdullah Öcalan, ji bo rêveberiya PKKê dengên Cemil Bayik û Murat Karayılan hatin dayîn.

Bayik çendîn car diyar kiribû ku PKK ji bo pêvajoya aştiyê amade ye û çendîn biryarên agirbestê dabûn. Bayik aniye ziman ku "Tenê şer nikare pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser bike û eger pêvajoya çareseriyê zûtir dest pê bikira dê demeke dirêj çareser bibûya."[6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Leading PKK Commander Cemil Bayik Crosses into Iran". Jamestown (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "independent.co.uk".
  3. ^ Jongerden, Joost; Akkaya, Ahmet Hamdi (1 hezîran 2012). "The Kurdistan Workers Party and a New Left in Turkey: Analysis of the revolutionary movement in Turkey through the PKK's memorial text on Haki Karer". European Journal of Turkish Studies. Social Sciences on Contemporary Turkey (bi îngilîzî) (14). doi:10.4000/ejts.4613. ISSN 1773-0546.
  4. ^ "PKK Leadership Under Pressure in the Post-Öcalan Era". Jamestown (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2022.
  5. ^ Jongerden, Joost; Akkaya, Ahmet Hamdi (1 hezîran 2012). "The Kurdistan Workers Party and a New Left in Turkey: Analysis of the revolutionary movement in Turkey through the PKK's memorial text on Haki Karer". European Journal of Turkish Studies. Social Sciences on Contemporary Turkey (bi îngilîzî) (14). doi:10.4000/ejts.4613. ISSN 1773-0546.
  6. ^ "afp.com/en/news/pkk-leader-says-ready-new-turkey-ceasefire". Ji orîjînalê di 15 çiriya pêşîn 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 çiriya pêşîn 2022.