EKG ya pirralî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

EKG ya pirralî yan ergometrî bi tevgera laşê ve girtina nirxên çalakiyên masûlkeyên dil e.

Nexweş ne di rehetiyê de lê di hereketê de ye. Gorî tesbîta WHO´yê bi hesabkirina "220-temen" divê dil di testa EKG ya pirralî (an Ergometrî) de lêbide.

Ergometrî bi bikaranîna pedalan an bandên geroke tê pîvandin. Alavên taybet in û kesên pispor dikarin bipîvin. Ji sivik berî bi dijwarbûna giraniya pedalan bi qasî 15 dk didome. Ji nexweş tê payîn ku gorî temenê xwe testê bidawî bike. Di heman demê de nirxên dil monîtorîze ye. Heger nexweş westiya (betilî), bêhna wê teng bû yan êşên angîna destpêkirin test tê rawestandin.

Di ergometriyê de hêza dil tê pîvandin herwekî gelek nirxên ku pêdiviya bijîşkan pê hene tên bidestxistin.

WHO di werzişê de jî wekî ergometriyê, bi 25 Watt destpêkirinê pêşniyaz dike.