Ebû Muslim Xoresanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Ebû Muslim Xoresanî di derdorê sala 718an de li Îranê ji dayîk bûye. Qumandarekî navdar yê kurd e. Di maiyeta Ebû Dawid Xalid bin Îbrahîm de xebitî. Bi fermana vî keyî, di sala 750 de xelkê bajarên Xoresanê da isyan kirin. Bi vê bûyerê Xoresan ji bin îdara Emewiyan derxist û xist bin îdara Ebasiyan. Heta sala 754 walîtiya Xoresanê kir. Xelîfê nû ji hêza Ebû Muslim ditirsiya. Ew bi mêvanî dawetî Iraqê kir û roja 13ê sibata sala 755ê de, ew da kuştin.[1]

Ebû Muslimê Xorasanî, bi eslê xwe kurd[2][3] e. Mîrê herême Xorasane bûya û weke key bûya. Biqasî ku tê zanîn, di deme ku xalifê Ebbasî tên bi ser wî de, ew bi hêza xwe re li ber wan dikeve şer de. Lê weke ku tê zanîn, hêza abbasîyan çî dike û nakê, nikarê wî û hêza wî têk bibe. Ji ber vê yekê re, Xalifê, tê gotin ku xaberê jê re dişêne û doza aşîtîyê lê dike. Wî dewetî qasra xwe dike ku bi hev re levwerin û xwarin bixwûn. ew jî, vê herê dike û bi çend mirovan re diçê qasra xalifê. Li wir, lev tên û di nava hev de levkirinê dikin. Piştre ku li ser xwarinê dirûnihin, ji perwerde piştî wî di deme ku rûniştîya de, çend mirov derdikevin û xwe diavêjina ser wî û hevalên wî û wan dikujin. Bi vê yekê re, êdî ku kuştina wî tê bihiştin, êdî bandora wê pirr mezin li dorê dibêt. Bi teybetî li herême wî li Xorasane dibêt. Piştî kuştina wî re xalifê ku ew li ser serê wê ya bi hêzeke mezin diçê bi ser herême wî de û di şûr di dibuhurêne.

Ebû Mislimê Xorasanî, Bi taybetî, ji Xorasane heta ku digihişt Rojhilatê Kurdistanê, xwediyê desthilatdariyeke mezin bû. Ew, weke serokekî mezin bû. Aliyê wê yê leşlerî pirr mezin li pêş bû. Ew di deme Dewleta Şedadî de jiya. Dewleta Şedadiyan, piştî kuştina wî re serdestî û desthilatdariya wê nahêlê ku ji holê rabê. Çend ku ji êla wî zêde li şûn namênin jî, lê yên ku dimênin jî, piştre bi piştgiriya Şedadiyan xwe li ser lingan dihêlin. [4]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Abu Muslim Khorasani, Conflict and Conquest in the Islamic World: A Historical Encyclopedia, Volume 1, ed. Alexander Mikaberidze, (ABC-CLIO, 2011), 23.
  2. ابا مجرم ما غیر الله نعمه علی عبده حتی یغیرها العبد افی دول المنصور حاولت غدره الا ان اهل الغدر آباؤک الکرد (وفیات الاعیان ابن خلکان ج ۲ ص ۱۵۵)
  3. عبدالحی حبیبی مورخ برجسته افغانستان در کتاب تاریخ افغانستان بعد از اسلام می نویسد: در این شعر پدران ابومسلم را کرد گفته اند و امکان دارد که از اکراد مرو بوده باشند که خراسانی بودند.( رج کنید به تاریخ افغانستان پس از اسلام
  4. رجوع کنید به پیشگفتار مترجم کردان گوران و مساله کرد در ترکیه – نوشته هاکوپیان و حصارف – ترجمه سیروس ایزدی. و کتاب قیام و نهضت علویان زاگرس جلد اول