Ehmedê Şamlû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ehmedê Şamlû (12'ê Befirbara Pêşîn 1925'ê- 24'ê Tîrmeha 2000'ê) helbestvan, nivîskar, ferhengnivîs û rojnamevanê Îranî. Bêguman Yek ji mezintirîn helbestvanên nû yên Îranê e. Li destpêka helbestvaniya xwe gelek di bin bandora Nîma Yûşîcî da bû. Hozanên Şamlûyî bi naveroka xwe ve gelek ramandar, kûr û aloz û li aliyê xeyalê ve sade in. Piraniya wîneyên xeyalî yên ko ew bi kar diînit ji hostayên kevneşopiyên hozana Farisî mîna Hafizê Şîrazî dihên wergirtin ko ji bo xwendayên Farisî-axêv berniyas in. Ji bo şengist û bandora karê xwe mînak û wîneyên jîyana rojane gelek bikar diînit. Ew rêxweşkerê Hozana Spî anko serbesta Farisî bû û wezn û kêşa Erûzî hema bi awayekê gelek berfireh havêt. Kêş di hozana wî da bi awayê yekparçeyîyeka deqê (tekstê) bi hevra û deng û mûsîqaya peyvan pêk dihêt.

Şamlûyî gelek tişt ji Almanî û Fransî paçvekirine ser Farisiyê û gelek ji karên wî jî jibo ser wan zimanan hatine paçvekirin. Wî gelek roman paçvkirine Farisiyê ko hemî ji mînakên herî bilin yên nivîsîna Farisî ya hevçerx in. Karekê wî yê herî mezin ferhengeka 60 cildî ya bîr û bawerên gelêrî bi navê Kitêba Kolanê (bi Farisî Kêtabê Kûçê) e. Karên wî yên di warên cidcida yên mîna rojnamevaniyê, filmnamenivîsiyê û şanonamenivîsiyê jî ji hozanîn wî kêmtir nîne.

Eger te xwast tiştekî veşêrî, wê têxe nava kitêba çimku ev milet kitêban naxwînin.

Emedê Şamlû

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

destpêka Jîyanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê wî efserekê Arteşê Îranê bû. Ji ber vê çendê, zarokatî û snêleyî (nûcuwanî) ya xwe li gelek bajêrên mîna Xaş, Zahidan û Meşhedê derbaz kirin. Li sala 1941'ê, hêşta xwîndina xwe ya dibistana bilind dawî nekir bû ko Bîrcend di şûn da hêla û hat Tehranê. Wî dil tê hebû ko li Tehranê biçit Teknîkomê û zimanê Elmanî fêrbibit. Li sala 1945'ê jî li Urmiyê jibo cara dawîn bizavkir xwîndina xwe dawî bikit lê bisernekevt. Şamlû li salên Şerê Cîhanî yê Duyem, dema hevalbendan Îran dagîrkiribû, bi tawana alîgirî ya Almanan ket zîndana Arteşê Brîtanyayê. Reng e ev bizavên wî yên sîyasî û zîndanîbnên wî ji sedemê dawînekirina xwîndina wî bû bin.

Zewicîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew sê caran zewicî. Cara pêşîn li sala 1947'ê zewicî û ji wê zewicînê 4 pisên (kurên, lawên) wî hene. Wê zewicînê gelek dewam nekir. Zewicîna wî ya duyê li sala 1957'ê bû ko ew jî li sala 1963'ê dawî bû. Zewicîna wî bi jina wî ya sêyê li sala 1964'ê bi Aydayê ra serkevtî bû û heta mirina wî dewam kir. Aydayê bandoreka gelek mezin li ser Şamlûyî hebû û rengvedana vê bandorê hebûna navê wê li hijmareka mezin ji hozanên wî e.

Navsalî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber dijîtîkirina sîyasetên hukmeta Îranê li dema Mehmed Reza Şayê Pehlevî da, ew ji aliyê dezgehên fermiyên Îranê nedihat hezkirin. Li dawiyê, li sala 1977'ê, neçar ma ko jibo heyameka kurt ji Îranê birevit. Ew heyamekê li Prinstona Nîyo Cersiyê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ma û piştra, li sala 1979'ê çû Berîtanyayê. Bervajî piraniya xebatkarên sîyasî yên wî çaxî, piştî serkevtina Şoreşa Îslamî ya Îranê vegeriya Îranê û heta mirina xwe li wêderê ma.

Li salên destpêkê piştî şoreşê kovarek bi navê Pirtûka Heynîyê (bi Farisî Kêtabê Com'ê) diweşand. Ew kovar ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hat berbend kirin.

Li jiyê 74 saliyê û piştî berxwedaneka dirêj li beranberî nesaxîyeka domdirêj, Ehmedê Şamlû li Gundê Ferdîsê li bajêrê Kerecê li nêzîkî Tehranê çû ber dilovaniya Xudê.

Bandora wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şamlû ji mezintirîn helbestvanên nû yên Îranê e. Ew yek ji damezrînerên Navenda Nivîskarên Iranê e. Piraniya helbestvanên gencên Îranê xwe li bin bandora wî dibînin. Hinêra wî ya mezin bikaranîna peyv û hevok û derbirînên gelek kêra ji zimanê xelkî bû. Rêbaza wî ya nivîsînê, di hozanê da û di pexşanê da, di edebiyata nû ya Îranê da rêbazeka bêbevil û bêhevrik e.

Karên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hozan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ahengên Jibîrkirî, 1948.
  • Asin û Hest, 1954.
  • Hewayê Taze, 1958.
  • Baxê Neynikan, 1961.
  • Ayda di Neynikê da, 1965.
  • Ayda, Dar, Xencer û Bîrhatin, 1966.
  • Qeqnûs di Baranêda, 1967.
  • Zêmarên Axê, 1970.
  • Bişkivtina di Mijî da, 1971.
  • Îbrahîm di Agirî da, 1973.
  • Xencer li ser Sînîyê, 1977.
  • Çîroka Kîjên Dapîr Deryayê, 1978.
  • Stranên Biçûk ên Xerîbîyê, ?
  • Mediheyên bê beranber, ?
  • Li Derazînkê, ?
  • Hedîsa bêqerarî ya Mahanê', ?

Paçve (Wergêran)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Keviz (jeng), nivîsîna Hêrbêrt Lopûriyê. (Roman)
  • Pêxwas, Nivîsîna Zaharya Stanko. (Roman)
  • Mirin kesb û karê min e, nivîsîna Rober Mêril. (Roman)
  • Dona Aram, Nivîsîna Mîxayîl Şiloxov. (Roman)
  • Mîrê Biçûk, nivîsîna Antowan Dosnet Êgzopêrî. (Romana Zaroan)
  • Dest bi Dest, Nivîsîna Vîktor Albayî
  • Pisên (kurên) mêrê ko dilê wî ji berî bû, nivîsîna Morîyo Kayî
  • Bihêle Biaxivim, nivîsîna Domîtîla Çonkara û Moîma Wîêrz.
  • Berzex, nivîsîna Jan Rûwêrzî
  • Çîrokên Bavoy, nivîsîna Arskîn Kaldwêl.
  • Zewicîna Xwînê, Nivîsîna Fêdrîko Lorkayî.

Ferheng[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta niha nêzîkî 6 cildan ji kitêba 60 cildî ya wî bi navê Pirtûka Kolanê hatine çapkirin.