El País
El País
| |
|---|---|
Logoya El País | |
| Welat | |
| Dewlet | Spanya |
| Ziman | Zimanê spanî û inglîzî |
| Dema avabûnê | |
| Dema destpêkirinê | |
| Damezrîner | |
| Cihê baregehê | |
| Weşanxane | |
| Cihê weşandinê | Madrîd |
| Xelat | |
| Malper | elpais |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
El País ("Welat") rojnameya herî mezin û navneteweyî ya Spanyayê ye.
Sala 1976'î, piştî mirina dîktator Francisco Francos hatiye damezrandin. Ji bo bipêşxistina demokrasiyê li Spanyayê û pêşîlêgirtina darbeyên leşkerî vê rojnameyê roleke mezin lîstiye. Di çapa 23ê sibata 1981ê rojnameyê wekî sernivîs hişyariya darbeyeke leşkerî ya nû kiriye û pêşî li darbeyê daye girtin.
Nêrîna rojnameyê mirov dikare wekî çepa lîberal binavbike. Nêzîkayiya rojnameyê bo sosyalîstên Spanyayê heye. Gelek nivîskar û kesayetiyên navdar ên Spanyolî jî ji vê rojnameyê re dinivîsînin. El Paisê gelek caran cih daye pirsgirêka Kurdan û rewşa li Kurdistanê jî.
Malpera wî jî heye û weşana dijîtal dike. Gelek kovar û bernameyên TV yan jî amade dike. Rojname ji aliyê fîrmaya grûba medyayê PRISA ve tê derxistin. Tîraja rojnameyê (ji xeynî kovaran) li dora 500.000î ye.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- El País digital Girêdana arşîvê 2017-03-23 li ser Wayback Machine
- PRISA Homepage Girêdana arşîvê 2006-08-12 li ser Wayback Machine