Zimanê spanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Spanî
Castellano, español
Welatên lê tê axaftin Spanya, Amerîkayê Latînî, Gîneya Ekvatoral
Axiverên zimanê zikmakî 483 mîlyon axiverên zikmakî[1]
Malbata zimanî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-1 es
ISO 639-2 spa
ISO 639-3 spa
Detailed SVG map of the Hispanophone world.svg


Zimanê Spanî[biguherîne]

Spanî (bi spanî: español) an jî kastîlî (bi spanî: castellano) zimanekî malbata zimanê nûlatînî ye û li Kastîlya, ya ku dikeve navenda nîvgiravê Îberî, peyda bûye. Niha bi 483 milyon axiverên ve yekî girîngtirîn zimanê cihanî bûye[çavkanî pêwîst e]. Axiverê zimanê spanî herî zêde li Spanya û Amerîkayê ye. Zimanê spanî piştê zimanê çîniya mandarîn zimanê duyem e ku herî zêde axiverên xwecîhiya wî heye. Piştî îngîlîzî, çînîya mandarîn û zimanê hîndî çaremîn zimanê ku li cihanê herî zêde tê axaftin.

Spanî zimanekî di nav beşa galî, îberî û romanî de ye. Zimanê spanî piştê hilweşandina Împeratoriya Romê ya Rojava di 5em sedsalê de, ji zaravayên latîniya gelêrî (vulgar latin) li herêma Romê ya Hispaniayê werar bûye. Şopa spanî bi nivîsên latînî ya herî kevin di sedsala 9an de li bakurê Hispaniayê hatiye dîtin û li bajarê Toledo yekem nivîsên sîstematîk bi vî zimanê hatiye bikaranîn. Toledo di sedsalê 13an de bajarekî giring li Keyaniya Kastîlya bû. Sersala 1492, zimanê spanî ji alîye wekîlên împaratorîya Spanîya bi taybetî li Amerîkayê û cihên din li Afrîkayê, Okyanûsya û Filîpînê belav bu.


Hêjmara Axiverên Pêşbînî[biguherîne]

Tê pêşbînî kirin ku ji 437 milyonê zêdetir axiverên zikmakî ya spanî heye. Instituto Cervantes angaşt dike ku bi pêşbînî 477 milyon kes axiverên zikmakî heye û 572 milyon kes zimanê spanî wek yekemîn ziman an jî zimanê duyemîn diaxive û ji 21 mîlyonê zêdetir xwendekarê zimanê spanî heye.

Navên Zimanê Spanî û Bêjenasî[biguherîne]

Navên Ziman[biguherîne]

li Spanya û li welatên Spanî-Axivêr de ji zimanê spanî re tenê Spanî(Español) nabêjin. Her wekî español , kastîlyano (castellano) jî tê gotin. Kastîlyano zimanê Keyanîya Kastîlyaye û ji zimanên din wek zimanê Galîsî,Baskî,Astûrî, Katalanî,Aragonî û Oksîtanî cudaye.

Çavkanî[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)