Emily Blunt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Emily Blunt
Emily Blunt TIFF 2011, 2.jpg
Navê rastî
Emily Olivia L. Blunt
Jidayikbûn 23ê sibata 1983an (38 salî)
Esil Brîtanî
Pîşe Lîstikvan, Şanoger
Salên çalak 2003-niha
Hevjîn John Krasinski (zw. 2010)
Zarok 2
biguherîneBelge

Emily Olivia L. Blunt, (jdb. 23ê sibata 1983an) lîstikvana û şanogera Brîtanî ya xelatgirtî ya Xelata Zêrîn a Globe ye. Ew bi fîlimên My Summer of Love û The Devil Wears Prada hate nas kirin.

Wê xelata Lîstikvana Piştevaniyê ya di kategoriya fîlmên TVyê de bi Xelata Zêrîn a Globe a 2007an bi fîlima Gideon's Daughter ya televîzyona BBCyê wergirt û di kategoriya Sînemayê de ji bo The Devil Wears Prada ji bo Xelata Lîstikvana Piştevaniya Jin bû namzet.

Jînenîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Blunt li bajarê Wandswort a Londonê ji dayik bû. Ew ji çar zarokan duyemîn a lîstikvan û mamosteyê berê ji joanna û barrister Oliver Blunt, QC ji dayik bûye. Birayên wê Felicity, Sebastian û Susannah in. Bapîrê wê general Peter Blunt bû, yek ji mamê wê yê bavk jî Crispin Blunt e ku parlamenterê bajaroka Reigate ye.[1][2][3][4]

Ji heft salî heta 14 salî, Blunt di tengasiyên hişkkirinê de bû.[1] Ew bi mamosteyê dibistanê te distirê, ji ber ku alîkariya wê dikir ku ew wê bi riya lîstikvaniyê wê dida axaftin.[2] Wê li ser desteya rêveber a Enstîtuya Tengasiya Hişkkirinê erk hilda.[3] Blunt li Roehamptona başûrê rojavayê Londonê diçû dibistana Ibstock Place. Di 16 saliya xwe de çû Hurtwood House ya nêzîkî Dorking, Surrey, koleja şeşemîn a taybet ku bi programa xwe ya hunerên performansê tê nasîn. Li wir ji aliyê ajanekî ve hat kifşkirin û kariyer wê yê lîstikvaniyê destpêkir.[4]

Kariyera wê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di sala 2001an de di lîstika şanoyê ya The Royal Family de derket ser dikê. Ev lîstik bû destpêka karîyera wî ya şanoyê. Di vê lîstika şanoyê de bi Judi Denc re derdiketa ser dikê.

Di sala 2003 an de di fîlma Boudica ya televîzyonê de bi navê rola Isolda lîst. Di rêzefilma BBC Henry VIII de bi navê rola Catherine Howard lîst. Catherine Howard yek ji Qralîçeyên Brîtanyayê ya sedsala 16an e. Di rêzefîlma Foyle's War, Poirot de wekî lîstikvana mêvan cih girt.

Destpêka karîyera wê ya fîlma, fîlma My Summer of Love ya sala 2004an bû. Di sala 2005an de di filmê BBC TVGideon's Daughter de rol hilda û xelata 64emîn a Xelata Zêrîn a Globe de xelata herî baştirîn a lîstikvana piştevaniyê bi dest xist.

Di sala 2006an de bi Meryl Streep û Anne Hathaway re di The Devil Wears Prada de derket ser dikê. Ji bo vî fîlmê ji bo BAFTA û Xelata Zêrîn a Globe namzet hate nîşandan.

Fîlmografî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Fîlm[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Fîlmên wê
Sal Nav Rol Nîşe
2003 Boudica Isolda
2004 My Summer of Love Tamsin
2005 The Strange Case of Sherlock Holmes & Arthur Conan Doyle Jean Leckie
Gideon's Daughter Natasha Fîlma televîzyonê
2006 Irresistible Mara
The Devil Wears Prada Emily Charlton
2007 Wind Chill Girl
The Jane Austen Book Club Prudie Drummond
Dan in Real Life Ruthie Draper
Charlie Wilson's War Jane Liddle
2009 Sunshine Cleaning Norah Lorkowski
The Great Buck Howard Valerie Brennan
The Young Victoria Queen Victoria
Curiosity Emma Kurtefîlm
Wild Target Rose
2010 The Wolfman Gwen Conliffe
Gulliver's Travels Princess Glory
The Adjustment Bureau Elise Sellas Çêkirin
The Girl TBA
Gnomeo and Juliet Juliet (voice) Çêkirin
2012 Looper Sara
2014 Yarının Sınırında Rita Vrataski
2016 The Girl on the Train Rachel

Televîzyon[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Fîlmên televîzyonê
Sal Nav Rol Nîşe
2003 Henry VIII Catherine Howard
Foyle's War Lucy Markham Beşa "War Games"
2004 Poirot Linnet Ridgeway-Doyle Beşa "Death on the Nile"
2005 Empire Camane Seriya kurt
2009 The Simpsons Juliet (voice) Beşa "Lisa the Drama Queen"

Şano[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Şano
Sal Nav Rol Nîşe
2000 Bliss Maddy Edinburgh Festival
The Royal Family Gwen West End Theatre
2002 Romeo and Juliet Juliet Chichester Festival Theatre
Vincent in Brixton Eugenie Loyer RNT

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. a b Day, Elizabeth (2009-06-20). "Elizabeth Day meets young British actress Emily Blunt". The Observer (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2020-12-19.
  2. a b Stein, Ruthe (2007-09-28). "Blunt moves from the runway to the royal family". SFGATE (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2020-12-19.
  3. a b "Felicity Blunt, Felicity Blunt Marry". PEOPLE.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2020-12-19.
  4. a b Taylor, Ella (2009-02-27). "Down to Earth, Even When Off the Wall (Published 2009)". The New York Times (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2020-12-19.