Enîse Şîrîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Enîse Şîrîn Çager, Niviskara Kurd Enîse Şîrîn Çager di 21ê kanûna pêşîn a 1972yan de li Amedê hatiye dinyê. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Amedê xwendiye. Di sala 1992ê de lîseyê kuta kiriye. Piştî lîseyê salekê xebitiye û di heman demê de di nav xebatên siyasî de cih girtiye. Di sala 1993yan de bi sedema endamiya PKKê li Amedê hatiye girtin.Di encama darizandinê de 22 sal û 6 meh ceza girtiye. Sal û nîvekê li girtîgeha Amedê, 10 salan jî li girtîgeha Sêwazê girtî ma ye. Li girtîgehê dest bi werger û niviskariyê kiriye. Di 21ê kanûna pêşîn a 2004an de hatiye berdan. Piştî ku ji zindanê hatiye berdan li Enstîtuya Kurdî ya Amedê dest bi xebatê kiriye. Niha yek ji endama lijneya rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê ye û kar û barê wergerê dimeşîne.Tîprêzî û Tîpguhêziya erebî-latînî dike.Her wiha piştî ku Kovara W dewrî Enstîtuya Kurdî ya Amedê bûye, edîtoriya Kovara W girtiye ser xwe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]