Enam
Xuyakirin
Enam
| |
---|---|
| |
Ziman | Erebî |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Enam sûreyek ji Quran a pîroz e. Sûre li bajarê Mekeyê da dahatiye. Lê li gora hinek olzanan ayetên 91, 92, 93, 151, 152, û 153 medînî ne[1]. Bi tevahî sûre ji 165 ayetan tê holê. Sûre navê xwe ji peyva "Enam" ku di ayetên 136, 138 û 139'an da derbaz dibî girtiye. Enam di zimanê erebî da ji heywanên mîna pez, bizin, deve û dewar ra tê gotin yanê bi gotinên din ji heywanên kedî kirî yên mezin ra tê gotin. Sûre bi taybetî li hêlkî va qala yek bûna Xwedê, dadê, pêxemberan û roja dawiyê dike û li hêla din va qala kufrê û baweriyên ji rastiyê dûr dike.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Surah Al-An'am – Read and Listen - How To Become Muslim" (bi îngilîziya amerîkî). 12 çiriya paşîn 2024. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2024.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |