Encyclopædia Britannica

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Encyclopædia Britannica
Encyclopaedia Britannica 15 with 2002.jpg
Nivîskar Andrew Bell Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Welat Keyaniya Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ziman inglîziya brîtanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dîrok 1768 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Encyclopædia Britannica (latînî ji bo "Ensîklopediya brîtanî") ensîklopediyeke bi zimanê îngilîzî ya agahiyên gelemper e. Ew ji hêla Encyclopædia Britannica, Inc. ve tê weşandin. Pargîdanî ji sedsala 18an vir ve heye, her çend di nav sedsalan de gelek caran xwediyê wê guheriye. Ensîklopedî ji aliyê bi qasî 100 edîtorên tam-dêmî û ji 4.000î zêdetir beşdaran vê tê birêvebirin. Guhartoya 2010an ya çapa 15em, ku 32 cild[1] vedihewîne û ji 32.640 rûpelan pêk tê, çapa dawî ya çapkirî bû. Ji sala 2011an vir ve, ew tenê wekî ensîklopediya serhêl tê weşandin.

Ji bo 244 salan hatiye çapkirin, Britannica bi zimanê îngilîzî ensîklopediya çapkirî ya herî temen dirêj bû. Ew yekem car di navbera 1768 û 1771an de li paytexta Skotlandê Edinburghê, wekî sê cild hatiye weşandin. Hecma ensîklopedî fireh bû: çapa duyem ji 10 cildan pêk dihat,[2] û bi çapa xwe ya çarem (1801–1810) derket 20 cildan.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Bosman, Julie (13 adar 2012). "After 244 Years, Encyclopædia Britannica Stops the Presses". The New York Times. Ji orîjînalê di 14 adar 2012 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 13 adar 2012.
  2. "History of Encyclopædia Britannica and Britannica Online". Encyclopædia Britannica, Inc. Ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2006 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 31 gulan 2019.
  3. "History of Encyclopædia Britannica and Britannica.com". Britannica.com. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 9 hezîran 2001. Roja wergirtinê: 31 gulan 2019.{{cite web}}: CS1 maint: unfit URL (link)