Ensîklopedî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zanistnameya Brockhaus Lexikon

Ensîklopedî, ji zimanê yewnanî enkyklios paideia, ango daîreya perwerdehiyê, yan jî zanistname hewla berhevkirina hemû zanîna ser mijarekê an hemû zanîna cîhanê ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dîrokê de gelek zanistname hatin nivîsandin. Zanistnameyên bi nav û deng ji aliyê Arîstotelês, Îbn Sîna, Francis Bacon (Dara Zanîna), Jean Baptiste le Rond d’Alembert û Denîs Dîderot (Encylopédie) hatin weşandin.

Îro Zanistname ên Encyclopædia Britannica, Encarta, Brockhaus û Wîkîpediya ensîklopediyên girîng in.

Zanistnameyên kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîpediya kurdî zanistnameya yekem a bi zimanê kurdî ye, derve vê Ansîklopediya Zarokan jî heye.

Li Bêrûtê di sala 2009'an de zanistnameyeke kurdî bi 10 berg û 18 beş hate amadekirin. Serokê Komîsyona Bilind a Amadekirina Ansîklopediya Kurdî Ebdullah Elyawayî bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]