Erdnîgariya gelemperî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Erdnigariya gelemperî, bûyerên fîzîkî, civakî, jîndarî û aborî li ser tevaya dinyayê lêkolîn dike. Lê erdnigariya herêmî, li cihekî sînorkirî (bej-parzemîn, welat an herêmeke welêt...) van bûyeran lêkolîn dike. Li gor babetan du beşên esasî yên erdnigariya gelemperî hene: Erdnigariya fîzîkî û erdnigariya mirovîn. Ev beşên erdnigariyê her yek ji wan di nav xwe de jî beş dibin.