Ernest Lawrence

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ernest Lawrence

Ernest Orlando Lawrence (jdb. 8ê tebaxê 1901 li Canton/South Dakota; m. 27ê tebaxê 1958 li Palo Alto, California) fizîknasekî navdar ê DYAyî bû. Sala 1939î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di malbateke bingeh-Norwegî de hatiye jiyanê. Piştî bidawîkirina dibistana bilind St. Olaf Collegeê, sala 1919î li zanîngeha Dakota dest bi perwerdeya kîmyayê dike û sala 1922î dîplomê digire. Mastera xwe li zanîngeha Minnesota dide û sala 1923î bo perwerdeya fîzîkê diçe zanîngeha Chicagoyê. Perwerdeya fîzîkê sala 1925î de li zanîngeha Yale bidawî dike. Sala 1936î e dibe profesor û heman salê dest bi dîrektoriya laboratûara tîrêjên manyetîkî dike.

Sala 1932î evînmarî dibe (dizeweice) û 6 zarokên wî çêdibin. Sala 1958î li Palo Alto jiyana xwe jidestdide.

Xebat û girîngiya Lawrence[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 1929î keşfa sîklotronê dike. Sala 1941ê bo cara pêşîn tîrêjên kozmîk dipîve. Li ser vîrusa kanserê hin lêkolînan dike. Di dema şerê cîhanê yê duyemîn de, li ser atombombeyê dixebite.

Wî ji fîzîka ceribandinê hezdikir. Xwedî biryardayiyên pêşîn nebû, dihîşt ku bi ceribandinan bigihîje biryaran. Wî elementên radyoaktîv di mercên laboratûarê de vedîtiye. Navê wê jî wekî 103emîn element, Lawrencium (Lr) pêvekiriye.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]