Erol Şaybak
Erol Şaybak | |
---|---|
biguhêre |
Erol Şaybak ango Bawer Ronahî (z. 1987, Miks) wergêr û nivîskarekî kurd e.
Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Erol Şaybak di sala 1987an de li navçeya Miksê ya bajarê Wanê ji dayik bûye. Beşa Zimanê Kurdî li Zanîngeha Mêrdînê qedandiye. Nivîsên wî pêşî di malperên wek Kronik Muhalif û Koala Kültür de hatin weşandin. Kurteçîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, W, PênGAVê, Vejîn Fanzîn, Jehr û Mülemmayê de hatine weşandin. Yekemîn pirtûka xwe ya bi navê Şaneşîn bi bernavê xwe Bawer Ronahî da weşandin. Di sala 2011an de di Pêşbazîya Çîrok û Helbestan a Hüseyin Çelebi de xelata yekemeniyê wergirt. Niha di gel karê wergêrî û dûblajê xwendina wî ya bilind li Zanîngeha Mêrdînê berdewam e.
Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Şaneşîn, kurteçîrok, Weşanên Avesta, 2012 (Bi navê Bawer Ronahî)
- Xewndank, Weşanên Avesta, 2015
Xelatên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Xelata Yekemîniyê ya Pêşbazîya Çîrok û Helbestan a Hüseyin Çelebi, 2011