Miks

Miks
Bahçesaray
Pira Sor, Miks (2017)
Miks li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Miks
Miks
Koordînat: 38°7′26″Bk 42°48′26″Rh / 38.12389°Bk 42.80722°Rh / 38.12389; 42.80722
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehWan (parêzgeh)
SerbajarMiks
Hejmara bajarokan1 bajarok
Hejmara gundan16 gund
Qada rûerdê
 • Giştî576 km2 (222 sq mi)
Bilindahî
1.615 m (5299 ft)
Nifûs
 (2008)
17.815[1]
 • Berbelavî30,9/km2 (80/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
3.343
Koda postayê
65710
Koda telefonê(+90) 432
Map
biguhêreBelge

Miks, Muksî an jî Muskî (bi tirkî: Bahçesaray) yek ji navçeyên Wanê ye. Di sala 1987´a de bûye navçe û bi Wanê ve hatiye girêdan. Miks bi nebûna rê, xizanî, dirêj debasbûna zivistanê tê nasîn.

Dîroka navçeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Miks tê wateya "asêbûnê". bajarê dîrokî û cihê zayîna helbestvanê navdar Feqê Teyran e, Lê wek "cihê civînê" jî tê zanîn. Dîrok û wateya peyvê bi zelalî ne diyar e lê tê zanîn ku Moks ji aliyê Ermenan ve hatiye bikaranîn. Moks-Miks wek mîrîtiyeke bi girêdayî Qiraliyeta Vaspûrakan bûye. Miks di dîrokê de di bin destê Xelatşahiyan, Selcûqiyan, Safewiyan de maye. Di sala 1539an de ji aliyê Qanûnî Siltan Silêman ve hatiye bidestxistin. Piştî vê bidestxistinê demekê ketiye bin bandora Safewiyan jî.

Sala 1964an bi navçeya Wanê Westanê ve hatiye girêdan. Heta wê salê qezayeke girêdayî navçeya Sêrtê Perwariyê bû. Piştî sala 1987an jî bûye navçe.

Dîroka Miksê ya tê zanîn heya ku sedsala 4'emîn kevnar e. Şemsedîn Samî di berhema xwe ya bi navê Kamus al-Alam de vedibêje ku Çemê Miksê ku yek ji baskên Çemê Dîcleyê ye ji bin Keleha Îskender derdikeve. Çem qasî 2 km dûrî başurê navçeyê derdikeve. Nêzî 3 km dûrî çavkaniya ku Miksî jê re dibêjin Serkehnî jî bermayiyên Keleha Îskender hene.

Di dîroka Osmaniyan de Kurd û Ermen di Miksê de bi hev re jiyane. Lê piştî Komkujiya Ermenan di navçeyê de tenê Kurd mane.

Di 18ê Tîrmeha sala 1993'yan de di li çoltera Zozana Sundusê komkujiyek din pêk hatiye û di vê bûyerê de piranî jin û zarok 24 kesan jiyana xwe ji dest dane. 15 sal di ser de derbas bû lê hê jî ne diyar e ku kî ev komkujî pêkaniye. Ji komkujiyê tenê Ahmet Sevgîlî (68) salî xelas bûye.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aqara mezinahiya Miksê 576 km² ye. Bilindahî ji dûrî radeya behrê 1.670 m ye. Ji Wanê 110 km dûr e. Rêya wî 74 km asfalt 36 km jî ax e. Li gel vî rê jî di sala 2004'an de rêya bi qasî 245 km a ku navenda Hîzan û Miksê de ye, hatiye asfaltkirin. Çar aliyê Miksê bi çiyayên bilind hatiye pêçan. Hejmara şêniyên Miksê nêzî 3.600'an e. Navçe aliyê rojhilat ve Şax, aliyê rojava ve Hîzan, aliyê bakûr ve Westan û aliyê başûr ve jî sinorê Perwariyê ye.

Serkehniya ku çemê Miksê jê dizê di quntara Çiyayê Axîrovê de ye. Bi derbasbûna geliyên teng çem ji navenda navçeyê derbas dibe û navçeyê bi nîvenîv perçe dike û aliyê navçeya Sêrtê Perwariyê ve diherike.

Miks bi dirêjahiya zivistana xwe û bi girtina rêya xwe ya di piraniya salê de tê nasîn. We ye ku salê nêzî 7 mehan rêya Miksê bi berfê tê girtin û heya dawiya havînê jî berf di bilindahiyên çiyayên Mikse de dimîne.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelê Miksê bi awayê aborî ve di nav xizaniyekê de dijî. Şêniyên navçeyê piranî bi xwedîkirina sewalan debara xwe dike. Lê di salên dawî de bi qedexekirina derketina zozanan xwedîkirina sewalan jî ber bi mirinê ve diçe. Yek ji deriyên ku gel pê debara xwe dike jî gwîz û hingiv e. Ji van hingiva Miksê bi navûdeng e. Bazar piranî di cihê xwe de tê danîn û keda şêniyan jî bi erzanî dikeve destê bazirganan.

Ji şêniyên navçeyê 723 mirov cerdevan in .[çavkanî hewce ye]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]