Erwin Rommel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Erwin Rommel
Jidayikbûn15ê çiriya paşîn a 2015'an
Mirin14ê çiriya pêşîn 1944'an
Ulm, Almanya
EsilAlman
Bernav"Rovî yê Çolistanê"
HevwelatîAlmanyaya Nazî
DestûrnameGeneralfeldmarschall
PîşeFermandar (Almanyaya Nazî)
biguhêreBelge

Erwin Johannes Eugen Rommel fermandar û stratejê leşkeriyê alman bû û pir navdar bû. Gelek şer qezenç kir. Serkeftinên herî mezin li Afrîkaya Bakur standî bû.

Rommel sala 1910 tevlî arteşa alman bû û ji bo wêrekiya xwe ya taybet di şerê cîhanî yê yekem de nîşankirî bû. Piştre ew veguhestin Reichswehr û Wehrmacht. Di sala 1937-an de ew pirtûka xwe Infanterie greift an ( Piyade êrîş dike) weşand, di wî de ezmûnên şer û stratejiyên xwe yên leşkerî pêvajoy kir. Di dema şerê cîhanî yê duyem de, ew ji sibatê 1940-ê de fermandarê beşa 7-yê tankan li Fransayê bû. Cîgirê wî wek fermandarê yekîneya afrîkî ya almanyayê û Artêşa tankan li Afrîkaya Bakur, ku digel leşkerên wî ew di tîrmeha 1942-an de heta El Alamein pêşve çû, wî li navmalî û serbilindiya mezin li derveyî welate qezenc kir.[1] Piştre jî ew wek fermandarê serekî yê koma artêşa B li fransayê xebitî. , li vir cihê ku ew birîndar bû sebeba êrîşeke hewayî de di 17ê tîrmeha 1944 de. Piştî hewla êrîşa di 20ê tîrmeha sala 1944 de li ser Hitler, ew ji aliyê Hitler ve bi beşdarbûnê ve hat tawanbar kirin û neçar ma ku xwekujî bike.

Rommel bi Nasyonalsosyalîzm û berxwedanê re têkiliyek ambîvalent bû. Dema ku guhartina wî ya dijberê Hitler di lêkolînê de hatiye pejirandin[2], tevlêbûna wî di êrîşa 20-ê tîrmeha 1944-an de gengeşeyî dimîne. Lêkolînên nû radigihînin ku Rommel "ne tenê di derbarê darbeya 20ê tîrmehê de dizanibû, lê di heman demê de piştgirî da wî û ji wargeha komplogeran re veguhastibû."

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Hosch, William L. (2010). World War II: People, Politics and Power. Nû York: Rosen Publishing. rr. 224. ISBN 978-1-61530-008-2.
  2. ^ Ueberschär, Gerd R. (2006). Stauffenberg und das Attentat vom 20. Juli 1944. Frankfurt am Main: Fischer Verlag. r. 204. ISBN 978-3-596-16278-9.