Eswan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Eswan (bi Erebî: اسوان) (24° 05´ N, 32° 56´ E) istaneka welatê Misrê ye. Eswan li Misra Jorî anko li başûrê Misrê ye. Navend anko paytexta vê istanê jî her bajarê Eswanê ye. Eswan dikeve perava rojhilatê rûbarê Nîlê û yek ji navendên cîhangerrî anko turîzma Misrê ye.

Hêşet anko hijmara akincî yên Eswanê nêzî 200,000 kesan e.

Eswan yek ji zuhatirîn û bênixtetirîn chiên cîhangerrê ye. Li devera Nûbiyanê xelk hema pêdivî nabînin ko jibo hemî odeyên malên xwe banan jî çêbikin.

Nivîskar û helbestvanê navdar yê Misrê, Ebas Mehmûd Eqad, yê bi koka xwe kurd jî, li Eswanê hatiye dinyayê.