Evîn Çîçek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Sevê Evin Çiçek
Sevê Evin Çiçek en 2010.jpg
Zayîn 31'ê adarê 1961
Gundê Çîmanê (Qoçgîr)
Hemwelatî KurdistanKurdistan Kurdistan SwîsreSwîsre Swîsre
Esil  Kurd
Pîşe Nivîskar, civaknas, dîrokzan û wêjevan
biguherîneBelge

Sevê Evin Çiçek, weku Evin Çiçek tê naskirin, ew xanim rojnemevanê, lêkolînvan e, niviskar e, helbestvan e, parastvana mafên mirovan e. Xadîyê du nasnama ne : Kurmanc, Swîs.

Sedemê zewicandinê li Turkîya gora kanuna medenî jin mecburbûn paşnavê mêran bigirin, bi kar bînin wê jî « Aydar » kardanîya. Weki « Evin Aydar », li Ewrupa « Evin Aydar Çiçek » dahat naskirin.

Dema ku 1999’da gora kanuna medenî ya Swîsrê mêrê xwa berda bi fermî bi navi paşnavê xway kurmancî weki Evin Çiçek, Sevê Evin Çiçek hat naskirin.

Cîyê bûyînê/herem[biguherîne]

Sevê Evin Çiçek sala 1961 an li herema Koçk(g)iri Kamilava-Maciran-Çît (tirkî İmranlı) silav dide dunê. Dema komara Tirkiyê hat îlan kirin du da Q(k)oçkirî ser bajarên Sêwaz (Sivas), Dêrsim (Tunceli), Erzincani Gümüşhane hat bilavkirin. Navê gundê Çiçekê Çimen e. Tê mana deşta ser çîya. Navê gund bi tirkî « Yoncabayırı » e. Gundî li êla-eşîra Mılan in. Gund li ser kendêkî çîyay Çengeli yê ye. Ev çîya 2596 metro bilind e. Seba-bo gundîyên heremê zîyarete, pîrozê. Gundîyên hereme ola Kurdan ya berîya hezeran salan diparêzin. Agir, av, dari ber, herd, çîya, marê reş, pezkûvî bo-seba wan pîrozin. Gora bawerîyê dema kesek mir rihê wî derbazi zîndikî din dibe. Jîyan berdewam e.

Kurdên ku berê xwa vedigerînîn rojê, hîvê nîyaz-îbadetê dikin bin zordarîyan da, darên qirkirinêda dijîn. Rêvebirên İmparatorîya Osmanî/komara tirk bo ku wan bikin Muhemedî bê navber kardikin. Nav demê de hin guhertin bûne. Bo-seba xwe li qirkirinan biparêzin mecburmane navên ereban weku pêşnav bikarbînin.

Gundîyên heremê niyazên xwe li çiyay Surik, li çîyay Çengelî’yê, li Sed Xazîyê dikin. Hemû dicivin û gora ola xwe pêwîstiyan pêk tînin. Evîn Çîçek di zaroktiya xwe de tevli îbadetên, niyazên çiyayê Çengelîyê bûye. Kurmancên heremê naçin ciyên biyanî zîyaretên, zîyaretgahên wan li nêzikên wan e. Ew olên (dînên) biyanî qebûl nakin. Dayik pîroze. Zarîyên dayîka-dîya vê olê weki yên « rê », olê tên qebulkirin. Mîna Êzdîyan zarîyên-gêncên xwe bi bawermendên olên din ra nazevicînîn, qedexe ye. Bi teybetî çilley pêşin da Gaxand, çilley paşîn da Xizir, meha Adarê de hersê heftmal-Çarşema Reş, avrêlê da Çarşema Sur rojên têybetin. Kom dibin, civat tên girêdayîn.

Perverde/Bisporî[biguherîne]

Evîn Çîçek li gundê xwe dest bi dibistana destpêkî dike. Komi kuflet (malbat) bi sedemên aboriyê koçî bajarê Turkiyê, Estenbolê/Stenbolê dikin. Evîn Çîçek sinifa duyemîn va dest bi perverdêyê dike, li wî bajarî dixwîne. Li Ortaköy/ Argion/Ayios Fokas « Kılıç Ali Paşa », li Aksaray « Oruç Gazi İlkokulu » dibe şagirt. 6 salan li « Cibali Kız Lisesi » dixune. Paşê dest bi « Zanîngaha Marmarê » dike. Li wê derê beşa zanistî ya « Aborîi Rêvebiriya rêxistinên devletê » diqedîne. Du da salekê bi teybetî domî qursa zimanê îngîlîzî dike. Her perwerde domdike. Dema penaberîyê li bajarê Fribourgê welatê Swîsrê nû va dest bi xandinê dike. Ew zimanên kurmancî, tirkî, fransizî, îtalyanî, îngîlîzî dizane. Bisporî : aborîi îdare-rêvebirîya devletê, beşê zanîstîya polîtîk. Ew endama « Pen a Kurd », endama « Pen international » e. Gotarên wê bi zimanê tirkî, fransizî, îngîlîzî ne. Helbest bi kurmancî ne. Lêkolîn bi zimanê tirkî hatine nivisandin.

Jiyana Evîn Çîçek ya kar (şixul)[biguherîne]

Bavê Çiçek karkere. Ew 1980’de lîse (kolej) dixedîne, dest bi kar dike. Evîn Çîçek îdeolojiya çep diparêzî. Çepgir e. Loma bi zanabûn dixwaze çina-tebexa karker nas bike. Li atelyeyên konfeksiyonan de dibe karker. Him durînê hîndike, him jî jiyana karkertiyê bi pratikî, bijîyandin nêzîk ve nasdike. Dema zanîngahê da dibe şagirt jî cîyên cuda da hem kardike hem dixune. 1988’da weki rojnemevan dest bi karekî din dike. Xebera yêkemîn ya wê « Nahala-nevala Qeseban/Sêrt/Siirt » e. Ew weku rojnemevan, lêkolînvan, niviskar domdike.

Politik[biguherîne]

Dema salên davîya heftê danistandina wê bi netevperestên Kurd re çêdibe, her bi pêş dikeve. Ew fêrî siyasetê dibe. Dîroka welatê xwe ya rast hûdike. Cunta 12’ê Îlona 1980’an tê ser text. Gelek kesan digirin binçavan. Zilmê li wan dikin. Bi hezaran Kurd avitin girtîgehen, bi dehan kuştin. Niştecîyên komara Tirkîyê ku hatibûn girtin % 85 Kurmanc, bi teybetî Kurmancên ku ne Muhemedî bûn. Di meha Gucig-Şibata sala 1981’an de Çiçek jî bi rêvebirên, êndamên koma KAWA’va te girtin. Ew kom/rêxistin Kurdistanik yêk, Kurdistanek serbixwe dixwaze. Çiçek du mehan di oda, xaniyê zilmê de dimîne. Naw du mehan de dibe şahîdê, gorîya-qurbana zilma polîsên komara tirkiyê. Paşê 6 mehan jî girtîgehên eskerî da dimîne. 1990’da Partîya Keda Gel da « HEP-Halkın Emek Partisi» du da jî Partîya Demokratîk da «DEP-Demokrasi Partisi» cî digire.

Parastvanîya mafê merîyan-mirovan[biguherîne]

Di sala 1988’an de ewi hin welatparêzên din « Komela Mafê Merîyan/mirovan » beşa bajarê Sêrtê avadikin. Evîn Çîçeki hin kurmancên Sêêrtê dibin rêvebir. Çîçek sala 1990-1992’an da dibe seroka vê komelê. Di sala 1990’an da, rêxistina navneteweyî, Human Right Watch (HRW) (Komîteya Çavdêriyê Heqê Merîyan) Xeleta Parastina Mafên Mirovan dide wê.

Sirgun/penaberî[biguherîne]

Sala 1993’an de terre Başûrê Kurdistanê. Sê meh û nîv li başûr dimîne. 3 meh li kampa PKK’ê ya Zelê (Slemani/Qelediz) derbaz dibe. Ew li wê derê du lêkolînan dike. « Bin ağır da nizam/hukuk », « Nikanin tixubê daynin ber hezkirinê » Dozgerên Komara Turkiyê çuyina wê xeber digirin. Dixwazin ku bo demek dirêj, 10-15 sal wê bavêjin hepsê. Evîn Çîçek mebcur dîmîne derkeve derveyî welat. Li mijdara 1993’an vir va penabere, li dervayî Kurdistanê/Komara Tirkîye, li Swîsrê dijî.

Komi kuflet[biguherîne]

1984 an dizevice. 1993’an va bi zariyên xwa va dibe penaber, tenê dimîne. 1999’an da bavê zariyên xwe berdide. Bi herdu lawên xwe ra dimîne. Nezevicî ye.

Pirtuk[biguherîne]

Lêkolînên wêyên ku hatine çapkirin[biguherîne]

  • Nikanin tixubê daynin ber hezkirinê, 1998, çapxane Medya, Suède.
  • Hereketa netevî ya Koçgîrî yê, 1999, çapxane APEC, Suède.
  • Armanci hêsîrbûyîna armancê, 2000, çapxane Peri, İstanbul.
  • Rêwîyên Araratê, karmendîya merîyan, koçkirin, penaberî, 2005, çapxane Peri, İstanbul
  • Bi jînbûyîn darizandin, 2005, çapxane Peri, İstanbul.

Helbest[biguherîne]

  • Awaza Serpêhatiyan I, II, III. 2004, çapxane Peri, İstanbul.

Bi dehan gotar nivisandine.

Lêkolînên wêyên ku nahatine çapkirin[biguherîne]

  • Artesa Tirki kuvvet, rêvebiriya devletê
  • Enverizm/kemalizmi Kurmanc I, II, III, IV
  • Bin ağır da nizam/hukuk
  • Her « Tirk » leşker nay dunê
  • Kurmanci penaberî, bê eri kirina Kurdistanê
  • Li Diaspora gêncên Kurmanc

Gelek helbest jî nehatinê çapkirin.