Here naverokê

Abdulmelik Fırat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Evdilmelîk Firat hat beralîkirin)

Abdülmelik Fırat an jî bi kurdî Ebdulmelik Firat, Evdilmelik Firat [1] (jdb. 1934 li Xinûs, parêzgeha Erzîromê, Bakurê Kurdistanê[2] - m. 29ê îlona 2009an li Enqere, Tirkiye) siyasetmedarekî bi eslê xwe kurdê Bakurê Kurdistanê bû.

Firat, perwerdehiya xwe li Dibistana bilind a pîşeyî û zanistî ya civakî ya Amedê (Sosyal Bilimler Meslek Yüksek Okulu) xwendibû.

Lawê Şêx Şehabedîn û nêviyê Şêx Seîdê Pîran bû. Piştî darvekirina Şêx Seîd hemû malbata Şêx Seîd hatin nefîkirin (1925). Piştî wê di sala 1929an de, bi efûyekê re, li welatê xwe vegeryan. Lê belê ev jî pirr neajot û ji hêla komara Romê (Tirkiye) ve, di sala 1935an de disa hatin nefîkirin. Wê demê jî Ebdulmelik Firat yek salî bûye.

Û herî dawiyê di sala 1947an de efûyek derket, ku malbat hatin li welatê xwe bi cîh bûn.

Ebdulmelik Firat, di sala 1957an de di Demokrat Parti yê de bû parlementer. Dema cûnta 27ê gulana 1960an de ew jî hatiye girtin û nêzîkî 1,5 salê di girtîgeha Yassıadayê ma.

Di sala 1991ê de di Partiya Riya Rast (DYP) de dîsa bû parlementer û kete parlamena Tirkiyeyê. Piştre, ji ber gotinên xwe yê kurdewariyê, ji vê partiyê veqetiya.

Ser dawiyê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ava kir. Bû serokê vê partiyê. Dema ku çû ber dilovaniya xwedê serokê rûmetê yê HAK-PARê bû.

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 25 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Rahmî Batur. Portre: Abdülmelik Firat. Rehek ji kokên berxwedanê.... Azadiya Welat, 2:1996, r. 6-7.