Here naverokê

Eyloyê zêrîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Eylo binêre.
Eylo
Eyloyê zêrîn
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Bir: Aves
Kom: Accipitriformes
Famîle: Accipitridae
Cins: Aquila
Cure: A. chrysaetos
Navê zanistî yê latînî
Aquila chrysaetos
(Linnaeus, 1758)
Bilavbûna eyloyan li cîhanê
Keskê vekirî: Cihên ku lê hêlîn çêdikin
Hêşîn: Li zivistanê
Keskê tarî: Tevahiya salê

Eylo, helo, daraş, wirxal, xertel, qertel an jî eyloyê zêrîn[2] (Aquila chrysaetos), cureyekî eyloyan Aquilla e.

Eyloyekî nîvemzin

Eylo di nav balindeyên dirende de xwediyê baskên herî mezin in, 78 cm dirêj e û firehiya di navbera herdu baskên wî de digihe 190-230 cm. Rengê eyloyê qehweyî tarî ye.

Eylo nêçîrê çûk, xijende û guhandarên biçûk dikin û dixwin. Ji ber jehriya dermanên çandinî hejmara eyloyan kêm dibe.

Eylo li serê zinarên bilind hêlînên xwe çêdikin.

Belavbûn û jîngeh

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyva eylo wek peyva pehlewî aluh, aloh[3] e. Di îngilîzî de eagle û di latînî de aquila ye. Îhtimala mezin ev peyvan ji hev hatine. Lê belê, li gorî hin çavkaniyên din[çavkanî hewce ye] ti têkiliya peyva kurdî «eylo, helo» û hwd., bi înglîzî û latînî ra tun e. Ev peyva bi medî [*rzifya-], avestî [ǝrǝzifiiya-], sanskrîtî [rjipya-] «helo, eylo, qertal» va girêdayî ye. Li gorî dengnasiya dîrokî divêt di zmanê hîndî-ewrupî yê bingehîn da wekî [*rgyi-ptyo-] dayî bibe.[çavkanî hewce ye]

Nîşana Herêma Kurdistanê
Nîşana Komara Albanyayê
  1. BirdLife International (2012). "Aquila chrysaetos". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.
  2. gor wateya navê bi îngilîzî
  3. Michael Chyet (2003). Ferhenga Kurmancî-Înglîzî. Yale University Press, New Haven û New York.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]