Hulîçal
Hulîçal | |
---|---|
![]() | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Falconiformes (an Accipitriformes, q.v.) |
Famîle: | Accipitridae |
Cins: | Circus |
Cure: | C. macrourus |
Navê zanistî yê latînî | |
Circus macrourus S. G. Gmelin, 1770 | |
![]() |
Hulîçal an bazê zerik (Circus macrourus), cureyekî baziyan (Accipiteridae) e.
Belavbûn û warên sirûştî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Hulîçal li herêmên başûrê rojhilatê Ewropayê û Asyaya Navîn (weke li Îranê û li rojhilatê Kurdistanê)[1] ferx û hêlîn dike, lê li Hindistan û li başûr-rojhilatê Asyayê zivistanê derbas dike. Hulîçal li çolên ziwa û zeviyên vekirî dijî.
Şayes[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Dirêjiya hulîçalê di navbera 40-48 cm û tevî baskan di navbera 95-120 cm. Giraniya hulîçalên nêr nêzî 315 g û ya mê nêzî 445 g e. Hulîçalê mê ji yê nêr girs û girantir e. Rengê beşê banî yê hulîçalê nêr gewrê vekirî an gewrê sipî ye û sipî li binê wê ye. Rengê mê qehweyî teve sipî li beşên banî ji laşê wê û ser dûvikan. Baskên hulîçal dirûj in bi serikên reş.
Xwarin[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Hulîçal nêçîra guhandarên biçûk, qirtîş û çûkan dikin.
Hêk û hêlînkirin[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Hêlînên hulîçalan li ser erdê tên çêkirin û hulîçalên mê ji çar heta şeş hêkên spî dikin.
Pêşangeh[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Xwendina pêşve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Forsman, Dick (1995) Field identification of female and juvenile Montagu's and Pallid Harriers Dutch Birding 17(2): 41-54
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ a b "Iran's Birds - Pallid Harrier". Iran deserts. Roja wergirtinê: March 02, 2013. Dîroka di vê parametreyê de kontrol bike:
|accessdate=
(alîkarî) - ↑ BirdLife International (2012). "Circus macrourus". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja wergirtinê: 16 July 2012.