Famîleya kîwiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kulîlka Kîwî (Actinidia deliciosa)

Famîleya kîwiyan (Actinidiaceae) famîleyeke riwekan e, li ser koma gezik, çay û çûxan (Ericales) tê hejmartin. Bi taybetî li herêmên tropîk ên başûrê rojhilata Asyayê diçên.

Li Kurdistanê hin deveran hatiye ceribandin, diçê, lê nebûna aramiyê rê nedaye ku kurd di gelek warên çandiniyê de xwe bigihên asta cîhanê. Li Afrîkayê di xwezayê de nayên dîtin. Navdara vê famîleyê kîwî ye. Hin riwekên famîleyê xwarbar in, hinan jî bo baxçevaniyê diajon.

Sîstematîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Famîleya Actinidiaceae sala 1925'ê ji aliyê Ernest Friedrich Gilg & Erich Werdermann ve, di Die natürlichen Pflanzenfamilien, çapa duyem, 21, rûpel 36'ê de hatiye binavkirin. Navekê din ê vê famîleyê jî Saurauiaceae Griseb. e.

Di famîleya kîwiyan Actinidiaceaeyê de tenê 3 cins û girêdayê wan jî 350 cure hene:

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]