Federico García Lorca

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Federico García Lorca
Federico García Lorca. Huerta de San Vicente, Granada.jpg
Federico García Lorca, 1932
Jidayikbûn5ê hezîrana 1898
Mirin18ê tebaxa 1936
Di navbera bajarên Víznar û Alfacarê (Granada)
HevwelatîSpanî
PîşeHelbestvan û şanonivîs
Federico García Lorca signature.svg
biguhêreBelge

Federico García Lorca, bi kurdî mîna Lorka tê naskirin, li bajarê Fuente Vaqueros ê herêma Granada (Endulus, Spanya), di 5ê hezîrana 1898an de hatiye dinê û di navbera bajarên Víznar û Alfacarê (Granada) de li 18ê tebaxa 1936an ji ber sosyalîst e û rexneyên wî yê li hemberî dewletê dikir, bi destê faşîstan hatiye kujtin.

Ew helbestvan û şanonivîsekî bi zimanê spanî bû. Federico García Lorca nîşana azadiyê ye, him wek mirov û him jî wek nivîskar û helbestvan.

Piştî êrîşa leşkerê faşî yê Franco (Franko) ser Komara qanûnî ya Spanî di havîna sala 1936an de lêgêrîn û kuştina rewşenbîr û pêşêngên Komara Spanî destpê kir. Wextê leşkerê Franco ket ser bajarê Granadayê Lorca hatiye girtin û dan ber gulleyan. Lorca ji ber spartina rêxistina Frente Popular a Komara Spanî û ji ber sedema homoseksûelbûna wî hatiye kuştin.

Dîwanên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şanoyên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Manuel Ruis Amezcua (1997). Federico García Lorca. Antología esencial. Octaedro, Barcelona.
  • Federico García Lorca. Selected Poems. (1997). Pinguin Books, London-New York-Victoria-Toronto-Auckland.

Grêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Fîlma ku jiyana wî û têkiliyên wî ya bi Dali re mijar kiriye: Little Ashes(2008) [1]