Felat Özsoy

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Felat Özsoy, nivîskarekî kurd î bi zimanê tirkî ye ku di sala 1974'an de li gundê ÇilkaniyêÇewlîgê hatiye dinê.

Özsoy dibistana seretayî û ya navîn li gund xwendiye û dûre çûye Çewlîgê dibistana amadehiyê xwendiye. Di 1990'î de li Zanîngeha Dîcleyê dest bi beşa biyolojiyê kir. Paşê ji ber xebatên siyasî dest ji xwendinê berdaye û di nav şoreşa bakur de cih girtiye.

Di sala 1995'an de li Stembolê hatiye girtin û nêzî 10 salan li girtîgehê maye. Di sala 2004'an de ji girtîgeha Bursayê hate berdan. Di sala 2005'an de wekî damezirînerê DTP'ê û berpirsiyarê Çewlîgê peywir girt.

Berhem[biguherîne]

Yekemîn pirtûka Felat Özsoy di sala 2007'an de bi navê "Öncesi ve Sonrasıyla 1925 Kürt Direnişi" (Berxwedana 1925'an a kurdan û berî wê û piştî wê) derket[çavkanî pêwîst e]. Pirtûk wekî lêkolîneke dîrokê di sala 1998'an de li girtîgeha Bayrampaşa ji aliyê Felat Özsoy û Tahsin Eriş ve hatiye nivîsandin. Felat Özsoy endamê Komeleya Nivîskarên Kurd e[çavkanî pêwîst e].

Çavkanî[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)