Here naverokê

Ferhad Birûsk Tugan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ferhad BIRÛSK hat beralîkirin)
Ferhad Birûsk Tugan
Navê rastî
Ferhad Tugan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ferhad Birûsk Tugan, an jî Birûsk Tugan (1968-2016), welatparêz, wergêr û rojnamevanekî kurd bû ku di 1968an de li herêma Colemêrgê hatiye dinyayê[1].

Jiyana wî li Tirkiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birûsk li Stembolê rojnamevanî xwendiye û pişt re di rojnameyên Tirkiyê de kar kiriye. Di rojnameya Rojname de, di sala 1991ê de nivîsên wî li ser sporê hene û wek berpirsyarê hiqûqî yê rojnameyê jî kar kiriye.

Jiyana wî li Amerîkayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1994an de çû Amerîkayê, wî li zanîngeha Berkeley a Kalîforniyayê xwend û jê dîplomeya xwe ya master stend. Di navbera salên 2002 û 2007an de li Dengê Amerîkayê (Voice of America, VOA) yê Beşa Kurdî yê Washingtonê dengekî navdar bû.

Birûsk sekreterê Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê bû.

Ew hevderhêner û wergêrê belgefîlmê bi navê Quest for Honor ê derhênera amerîkî Mary Ann Smothers bû.

Jiyana wî li Parîs û Dunkerqueyê (Fransa)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 2008an de ew çû Fransayê, li Parîsê bi cih bû. Li wir bû endamê redaksiyona televîzyona Kurd1. Piştî girtina kanala televîzyonê di sala 2013an de çû bajarê Dunkerqueyê û li wir wek mediyador ji bo rêxistinên fransî yên alîkar ên koçberan Noşdarên Sînornenas û Noşdarên Cîhanê kar dikir.

Laşê rojnamevanê kurd di 5ê xizîrana 2016an de li perava deryayê ya Dunkerqueyê hat dîtin. Egera mirinê hêj ne diyar e (2016)[2].

Bav, bira û xwişka wî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birûsk Tugan lawê welatperwerê kurd Hafiz Tugan e. Birayê wî Serhat Tugan e, yê ku 25 sal e ji bo kurdperweriya xwe li girtîgehên tirkî dimîne. Parêzera kurd a mafê mirovan Rojbin Tugan xwişka wî ye.

Birûsk zewicî bû û bavê du zarokan bû.