Ferhad Birûsk Tugan
Ferhad Birûsk Tugan | |
---|---|
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ferhad Birûsk Tugan, an jî Birûsk Tugan (1968-2016), welatparêz, wergêr û rojnamevanekî kurd bû ku di 1968an de li herêma Colemêrgê hatiye dinyayê[1].
Jiyana wî li Tirkiyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Birûsk li Stembolê rojnamevanî xwendiye û pişt re di rojnameyên Tirkiyê de kar kiriye. Di rojnameya Rojname de, di sala 1991ê de nivîsên wî li ser sporê hene û wek berpirsyarê hiqûqî yê rojnameyê jî kar kiriye.
Jiyana wî li Amerîkayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 1994an de çû Amerîkayê, wî li zanîngeha Berkeley a Kalîforniyayê xwend û jê dîplomeya xwe ya master stend. Di navbera salên 2002 û 2007an de li Dengê Amerîkayê (Voice of America, VOA) yê Beşa Kurdî yê Washingtonê dengekî navdar bû.
Birûsk sekreterê Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê bû.
Ew hevderhêner û wergêrê belgefîlmê bi navê Quest for Honor ê derhênera amerîkî Mary Ann Smothers bû.
Jiyana wî li Parîs û Dunkerqueyê (Fransa)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 2008an de ew çû Fransayê, li Parîsê bi cih bû. Li wir bû endamê redaksiyona televîzyona Kurd1. Piştî girtina kanala televîzyonê di sala 2013an de çû bajarê Dunkerqueyê û li wir wek mediyador ji bo rêxistinên fransî yên alîkar ên koçberan Noşdarên Sînornenas û Noşdarên Cîhanê kar dikir.
Mirina wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Laşê rojnamevanê kurd di 5ê xizîrana 2016an de li perava deryayê ya Dunkerqueyê hat dîtin. Egera mirinê hêj ne diyar e (2016)[2].
Bav, bira û xwişka wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Birûsk Tugan lawê welatperwerê kurd Hafiz Tugan e. Birayê wî Serhat Tugan e, yê ku 25 sal e ji bo kurdperweriya xwe li girtîgehên tirkî dimîne. Parêzera kurd a mafê mirovan Rojbin Tugan xwişka wî ye.
Birûsk zewicî bû û bavê du zarokan bû.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara ji bo rojnamevanekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |