Fetîr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Fetîr, vetîr navê şîraniyeke kateyî ya pêjgeha kurd e. Herwiha ji pelhevîrkê (şikeva) re jî fetîr/vetîr dibêjin. Bingeha peyvê ji "hevîrê tîr, hevîrtîr" tê. Peyveke kurdî ye. Li hin deverên Serhedê, di nava kurdên YKSSê de navdar e.

Li parêzgehên Sêwas, Erdêxan, Îdir, Qers û Wanê jî bi vê navê tê navkirin.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 hêk
  • 7 stekan (qedeh) ard (arvan)
  • 350-400 gr rûnê nivîşkî
  • 200 gr şekir
  • 4 stekan şîr
  • 250 gr mast
  • 40 gr hevîrtirş
  • Xwê (solin)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hevîrtirşê xwe di nava hinekê şîr de bihelînin. 6 stekan ardê xwe berdin badiyekê, hevîrtirş û xwê jî tevlî bikin, bistrên. Hevîrê xwe bidin sekinandin bila kewa xwe bigire.

Rûnê xwe bihelînin, ard berdinê, biqelînin. Zerayî bi ardê we ket, şekir tevlî bikin, hinek jî avê, bistrên. Bihêlin bila sar bibe, ev ji bo hundirê wê ye.

Hevîrê xwe bînin, girikên bi qasî kulmê çêbikin. Girikan bi destan hinekê vebikin, hundirê wan ji têkela we amade kiribû, dagirin (tije bikin).

Dîsa wan girikan bi destan vebikin. Bila stûriya wan bi qasî bêçiyê û çapa wan jî bi qasî 15-20 cm be. Hêk û mast biçelpînin di ser wan de bidin. Li tendûrê bidin, bipijînin.