Fevzî Özmen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Fevzi Özmen hat beralîkirin)

Fevzî Özmen nivîskarekî kurd e. Ji Bakurê Kurdistanê, hêrêma Serhedê, navçeya Çatê ya ser Erziromê ye. Di sala 1943an de li gundê Soraxê ji dayîk bûye.

Dibistana seretayî li gundê Barmasa Çatê, dibistana navîn û ya amadeyî (lîse) li Erziromê xwendiye. Piştre Peymangeha Kargeriyê ya Zanîngeha Stembolê qedandiye.

Ji sala 1975an û vir ve helbest, çîrok û romanan dinivîse. Gelek nivîsên wî ji bo çapê amade ne. Lê hetanî roja îro, tenê du pitûkên wî hatine capkirin. Ya yekem pirtûka çîrokan bi navê Siyên Şikestî di îlona 2005an de, li Stembolê ji aliyê Weşanên Pêrî ve hatiye çapkirin. Ya duyem bi navê Perspektîf-Dersên Rêzimana Kurdî (Kurmancî), Weşanên Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist, di tîrmeha 2013an de li Almanyayê. Nivîskar ji sala 2007an û vir ve di rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMKê û di rêveberiya Înstîtûta Kurd ji bo Lêkolîn û Zanist de cih digre û vê gavê serokê Înstîtûta Kurd a Almanyayê ye. Nivîskar li Almanyayê dijî û karê xwe yê nivîsê didomîne. Nivîskar ji sala 2006´an û vir ve endamê Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê ye.

Pirtûkên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Siyên Şikestî, Weşanên Pêrî, Stembol, 2005.
  • Perspektîf-Dersên Rêzimana Kurdî (Kurmancî), Weşanên Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist, Almanya, 2013.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]