Figen Yüksekdağ
Figen Yüksekdağ | |
---|---|
![]() | |
Hevserokê giştî yê HDPê | |
Wezîfedarî 22ê hezîrana 2014an – 9ê nîsana 2017an Hevserok Selahattin Demirtaş | |
Berê | Ertuğrul Kürkçü Sebahat Tuncel |
Paşê | Serpil Kemalbay |
Parlementera Meclîsa Mezin a Neteweyî | |
Wezîfedarî 7ê hezîrana 2015an – 21ê sibata 2017an | |
Herêma hilbijartinê | Wan (Hezîran 2015, Çiriya paşîn 2015) |
Jînenîgarî | |
Jidayikbûn | 10ê nîsana 1971ê (51 salî) (Edene) |
Partiya siyasî | Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) |
Pîşe | Siyasetmedar |
biguhêre![]() |
Figen Yüksekdağ Şenoğlu, siyasetmedareke bi eslê xwe tirk e. Yüksekdağ, di sala 1971an li bajarê Edenê ji dayik bûye. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan û parlamenterê heyama 25em a bajarê Wanê ye.
Figen Yüksekdağ, di sala 1971an de li bajarê Edenê ji dayik bû. Yüksekdağ, di temenek ciwan de dest bi siyasetê kir û gelek salan bi pirsgirêkên mafên jinan re eleqedar bû. Figen Yüksekdağ wekî endamê desteya redaksiyona rojnameya Atılım xebitî û di kovara Sosyalîst a Jinan de karê nivîsariyê kir û di heman demê de serokatiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) dikir. Fîgen Yuksekdag di Hezîrana 2014an de di kongreya Partiya Demokratîk a Gelan HDPê de wekî hevserokê partiyê hate hilbijartin.[1]
Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Figen Yüksekdağ di sala 1972 de li Yimûrtaliqa navçeya Ayasa bi ser Edeneyê ve hat dinê. Yüksekdağ, dibistana seretayî li Yumurtalik û dibistana navîn li Lîseya Adana Ceyhan xwendiye. Di heman salê de dest bi xebatên xwe di warê tevgera jinê de kir. Di 1992 de piştî beşdar bûna xwepêşandanên 1ê gulanê li Edana hatiye girtin û 1 mehekî di zindanê de ma. Yuksekdag di nav damezrênerên Yekîtiya Xwendekarên Dibistanê, nav Yekîtiya Kedkarên Lîse û Yekîtiya Lîseyên Demokrat de bû. Di vê serdemê de, wî bi rêzdarî di kovarên Ozgur Genç, Atılım ya jinên Sosyalîst de wekî nivîskar û edîtor xebitî. Di nav damezrênerên Komeleyên Xwendekarên Zanîngehê de bû. Di sala 1998 de beşdarî kargeha weşana Rojnameya Atılım bû.
Kariyera ramyarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Yüksekdağ di Platforma Sosyalîstên Bindest de, ku di 2002 de hatiye damezrandin, dest bi jiyana xwe ya siyasiyê kir. Di heman salê de, li Edeneyê di hilbijartinê de bû namzetê serbixwe ya platforma Sosyalîstên Bindest. Di 2004 de erka xwe wekî Berdevkê Navendî domand heta ku ew di çarçoveya Operasyona bi navê Gaye, di 21ê îlon a 2006 de dest pê kir, hatiye girtin.
Piştî ku salekê ji Girtîgeha Gebze hatiye derxistin beşdarî di damezrandina Komeleya Jinên Karker bû. Di dewreyê de, ew edîtorê kovara Jinên Sosyalîst bi hevdemî bû. Ew careke din bi hinceta ku beşdarî cenazeyê Kutsiye Bozoklar ê sala 2009 bûbû hatiye girtin û vê carê 6 meh di zîndanê de ma. Di sala 2010 de, azat hatiye berdan. Di wî salê de Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) de ku yekem car Partiya xwe siyasî avakir û Yuksekdag bu Serokê partiyê. Yüksekdağağ di di kongreyê duyemîn ya Demokrat a Gelan (HDP) ê bi Selahattin Demirtaş re wek Hevserokê partiyê hat hilbijartin. DiDi hilbijartinên giştî yên hezîrana 2015an û piştre jî hilbijartinên çiriya paşîn 2015 de wekî parlamenterê Wanê hat hilbijartin[2]
Dema hevserokê HDPê bû bi talîma serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ew û Selahedîn Demîrtaş li Amedê hatin binçavkirin û piştê binçavkirinê hatiye girtin.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ www.sozcu.com.tr https://www.sozcu.com.tr/2016/gundem/figen-yuksekdag-kimdir-figen-yuksekdag-tutuklandi-1489054/. Roja wergirtinê: 31 kanûna paşîn 2021.
{{cite web}}
: Parametreya|title=
kêm an vala ye (alîkarî) - ↑ "Figen Yüksekdağ Şenoğlu Kimdir ? - Figen Yüksekdağ Şenoğlu Hayatı ve Biyografisi". www.haberler.com. Roja wergirtinê: 3 nîsan 2020.