Filiz Yerlikaya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Filiz Yerlikaya (Gulan) hat beralîkirin)

Fîlîz Yerlîkaya di sala 1970î de li navçeya Bedlîsê Kabilcevzê ji dayik bû ye. Ji ber karê bavê xwê, di 8 saliya xwe de koçberî Enqerê kirin. Li Enqerê Zanîngeha Gazî, Zanîngeha Hunerên xwêşîk beşa wênegeriyê qezenç kir û li vir dest bi xwendinê kir. Di sala 1992'a de dikeve lijneya YCKê. Di meha gulan a 1992 li Agirî, li Çiyayê Tendûrekê li ser altaxiyekê tê girtin û 7 mehan di zindanê de dimîne. Di sala 1994an de tevlî gerîla dibe. Yerlîkaya dibe fermandareke xort. Di navbera 1994 û 1997 de li navça Xerzanê dimîne. Di 1997an de derbasî navça Amedê dibe. Di payiza 1998an de derbasî başûrê Kurdistanê dibe û tevlî VI. kongreya PKKê dibe.

Yerlîkaya, Piştî kongra avakirina KADEKê tevlî Kongra 4. a PJAyê dibe. Yerlîkaya di dema kongrê berdewam dikir di 7 hezîran 2002an de ji aliyê hêzên hevanî ên navnetewî hatiye qetil kirin.