Here naverokê

Finik

Finik
Ev wêneyê Kelheya Finikê di sala 1909an de ji aliyê Gertrude Bell ve hat girtin.
37°24′29″Bk 42°04′33″Rh / 37.40804°Bk 42.075748°Rh / 37.40804; 42.075748
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Finik li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Finik
Finik
Xirabeyên Finikê

Finik an xirbeyên Finikê cihêkî dîrokî yê kevnare ye nêzîkî gundê Basan ê Şirnexê (Bakurê Kurdistanê).

Xirabeyên Finik, 35 kîlometreyan li aliyê başûrê rojavayê Şirnexê ye. Di dewama çiyayê Gabar de, di cihê hevbirîna çiyayê Gabar û ava Dîcle, di devê niwalekê de, beriya zayînê 4 hezar salan ji aliyê Gudiyan ve hatiye avakirin. Bermayên wê gihane heta salên me yê paşî. Bi kevirên sipî hatîye avakirin. Kelhe, bi seraya di nava xwe de, zindan, serhinç û kûna di daxwûşê ser avê ve ciyek yê rûniştinê yê antîk e. Di zemanê dawî de bi texrîbatan derbeyên mezin xwarîne. Di salên 1990'an de, demê ji aliyê dewletê ve hate valakirin, eserên dîrokî hêjî bêhtir hatin texrîbkirin.

Li gorî rîwayetan, li Finikê bi navê Pîra Finikî pîrejineke hikumdar jiyan dikir. Di demekê de xeraç dayîna Împeratoriyê red kir, împeratoriyê bi leşkerek giran êrîşê li ser Finikê kir. Ev fermandara pîrejin xwe di kelha xwe de parast û împeratoriyê jî ji bona wê êxsîr bike bi mehan kelha wê êxist bi muhaserê de. Ev dûrpêçkirin heta nîvê zivistanê berdewam dike. Ji ber vê qasê leşkerê wê dikeve tengasiyeke mezin ya birçîbonê de. Di kelheyê de ji ajalan kûçikek ya mê tinê li ser linga mayîbî. Fermandara pîrejin ewê kûçikê di dûşe û şîrê wê dike mast û bi hinek pîvazên mayîn kelhê de ve dirêke ji fermandarê diminê xwe re. Fermandarê dijmin pêşberê vê tewrê de şaş dibe û dûrpêçkirina leşkerî ya li ser kelhê dirake û şûnde vedigerê.

Piştî Tûfana Nûh Pêxember, ewa di pirtokên pîroz de mîtolojiya wan hatiyî diyar kirin, zayîna mirovatiyê ya duwem çêboyî û heta roja me ya îro, di her bostek axa vî welatî de mûmkine mirov rasta berhemên şaristaniyên kevin û antîk bê. Di çiyayê Gabarê de, ko tê bawer kirin ji aliyê hêzên sermirovî Harîkûlade ve hatiye çêkirin, bajarê Dara û sûrhên li dora bajarî hatin çêkirin, Di çiyayê Cûdî de jibermayên Bajarikard û Girê Çolya jî, hindek ji wan jibermayiyên kevnare û antîk in. Di navbeyna Şirnex û Cizîrê de, di nav wan jibermayiyên ji şaristaniya Gutiyan mayîn tê qebulkirin de, di derkeve holê ko kevir hatîne kolandin û cûwa avê têre hatiye birin. Di boxaza Qesrikê de heykelekî şervanekê li ser hepsî siwar, ko berî hezaran salan hatiye çêkirin û heta demê nêzîk jî saxlem mayîbî, di şerê qirêj de berî çend salan boye hedefa guleyan û zerar gihiştiyê.