Firefox OS
Firefox OS | |
---|---|
![]() | |
![]() Logoya Firefox OS | |
Ziman | Pirzimanî ![]() |
Dema avabûnê | |
Pêk tê ji | |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Firefox OS[1], (Bi navên Boot To Gecko û B2G jî tê nasîn[2]) pergaleke xebatê ya çavkanî-vekirî ye ku ji hêla Mozillayê ve bi taybetî ji bo telefonên jîr tê pêşxistin.
Mozillayê sala 2013an li Kongreya Mobîl ya CÎhanê (MWC) ya li Barselonayê ragihand k u 18 operatorên mobîl piştgiriyê didin Firefox OSê. Wekî gava pêşî, ji bo cîhazên Alcatel, ZTE, Huawei û LGê xebat hatine destpêkirin. CÎhazên pêşî yên bi Firefox OSê li Brezîl, Kolombiya, Mecaristan, Meksîk, Montenegro, Polonya, Serbistan, Spanya û Venezuelayê ketine nav bazarê. Mozillayê ji bo bernamokên Firefox OSê, Firefox Market Place vekiriye ku tê gelek bernamok hene[3].
Cîhazên pêşî yên bi pergala xebatê ya Firefox OSê li Amerîkaya Latînî[4] û li welatên Ewropayê yên ku Deutsche Telekom[5] lê heye, ketine nav bazarê. Gelek hilberînerên telefonên mobîl û operator xebatên derbarê vê pergala xebatê de dewam dikin.
Firefox OS niha li kurdî jî tê wergerandin[6] û karê wergerandinê li ser malpera Locamotionê[7] berdewam e.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ Geeksphone El Primer Movil En Espana Con Firefox OS 445,
- ↑ Mozilla Developer Network: Firefox OS Girêdana arşîvê 2015-12-04 li ser Wayback Machine,
- ↑ Firefox Market Place,
- ↑ Telefonica Announces Launches of First Firefox OS Devices in Latin America,
- ↑ Partners,
- ↑ Wergerandina Firefox OSê bi fermî dest pê kir ,
- ↑ Mozilla Locamotion[Girêdan daimî miriye],