Fritz Lang
Jump to navigation
Jump to search
![]() | Ji bo ku ev gotar bi rûpelên din ên Wikipediyayê re were entegrekirin, divê zêdetir girêdan di vê gotarê de hebe. (kanûna pêşîn 2020) |
Fritz Lang | |
---|---|
![]() | |
Dê û bav |
|
biguherîne![]() |
Friedrich Christian Anton "Fritz" Lang (z. 5ê kanûna pêşîn, 1890 - m. 2ê tebaxê, 1976) fîlmçêker, senaryonivîs û derhênerekî elmanî bû. Fritz Lang, lawê Anton Lang û Pauline Lang, li Wienê hat dinyayê. Dê û bavê Fritz wek îsewî dijîn. Malbata Pauline Lang cihû bûn lê paşê baweriya xwe diguherîne îsewîyî[çavkanî hewce ye]. Ji ber ku Lang di malbateke îsewî de mezin bû, di fîlmên wî de bandora dîn (îsewî) heye.
Piştî dibistana bilind Lang di zanîngeha Teknîkî ya Wienê de beşa endazyarî xwend, lê paşê beşa xwe guherand û beşdarî beşa hûnerê bû. Lang xwendina xwe nîvco dihêle û li Ewropa, Afrîka û Asya geriya. Di 1913 de Lang li Parîsê kêşanê (resimandin) xwend.