Fûad Temo
Xuyakirin
Fûad Temo nivîskar û ronakbîrekî kurd e ku ji bajarê Wanê ye û kurê mebûsê Wanê Tewfîq Begê Wanî ye. Li Stembolê digel ronakbîrên kurdan ew jî yek ji aktîvtirîn kesan e ko beşdarî kar û barên siyasî û kulturî yên kurdan dibe. Di komele û kovarên kurdan de dixebite. Di 1912an de digel Qedrî Cemîl Paşa, Cerrahzade Zekî Beg û hin ronakbîrên din, li Stembolê komeleya pêşîn a xwendekarên kurdan a bi navê Civata Telebeyên Kurdan–Hêvî datînin.[1][2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Mahmûd Lewendî: Uzun, Mehmed (1995). Antolojiya edebiyata kurdî. Cild 1–2. Stembol: Tümzamanlaryayıncılık.
- ^ Cewerî, Firat (2003). Antolojiya çîrokên kurdî (1856-2003). Cild 1–2. Stembol: Nûdem.
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |