Firat Cewerî
Firat Cewerî | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn | 1959 Balfisê, Dêrika Çiyayê Mazî, Mêrdîn |
Pîşe | Nivîskar, wergêr |
Zimanê nivîsê | kurdî |
Netewe | Kurd |
Xelat | |
Berhemên navdar | |
| |
biguherîne![]() |
Firat Cewerî nivîskarekî kurd e.
Firat Cewerî li sala 1959ê li gundê Balfisê yê li ser bi Dêrika Çiyayê Mazî nêzîkî Mêrdînê hatiye dinyayê. Di salên heftêyan de digel malbata xwe li Nisêbînê bi cîh bû, li 80'an koçberî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Wî deh salan kovarek bi navê Nûdemê derdixist. Di şaxên cihê de nêzîkî deh pirtûkan nivîsîne û deh–donzdeh pirtûk jî wergerandine zimanê kurdî. Her wisa pirtûkên wî jî ji bo zimanên dî hatine wergerandin. Pirtûka bi navê Kevoka Spî bi farsî jî belav bûye. Payiza Dereng dê bi tirkî jî çap bibe.
Firat Cewerî li 24ê gulanê di kongreya PENa Swêdî de wekî endamê komîteya wê ya nû ya kargêr hat hilbijartin. Ew ji sala 1987ê endamê PENa swêdê ye.
Firat Cewerî amadekarê Antolojiya çîrokên kurdî e. Ji vê pirtûkê çend danasîna çîroknivîsan ji bo vê Wîkîpediyayê bi destûra Firat Cewerî hatin bikaranîn.
Pirtûkên Firat Cewerî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Êrîş Dikin, 1980
- Mezin Dibim, 1981
- Dê Sêrîn e, 1983
- Girtî, 1986
- Kevoka Spî, 1992
- Kultur, Huner û Edebiyat, 1996
- Gotinên Navdaran, 1995
- Çîroka Malbata Evdo, 1999
- Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan, 1998
- Pêlên derya reş, 1997
- Romanseke çilmisî, 2002
- Antolojiya Çîrokên Kurdî, 2003
- Payiza Dereng, roman, 2005
- Ez ê yekî bikujim, roman, 2008
Wergerên Firat Cewerî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Dostoyevskî (Şevên Spî) 1993
- John Steinbeck (Misk û Mirov) 1993
- Çexov (Bexçeyê Vîsne) 1995
- Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995
- Yaşar Kemal (Dara hinarê) 1998
- Sartre (Dîwar)
- Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000
- Astrid Lindgren (Sûmiyên Emîl yên nû) 2000
- Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000
- Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000
- Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002
- Gunilla Bergström (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002
- Gunilla Bergström (Alfonsê Şûm) 2002
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ Radio, Sveriges (2018-06-29). "Akademiya Swêdî Firat Cewerî xelat kir - Radio Sweden Kurdish - ڕادیۆی سوید - Radyoya Swêdê". sverigesradio.se. Roja wergirtinê: 2020-12-12.
- ↑ "Firat Cewerî: Ev xelat wek mizgîniya rakirina sînoran e". Bianet - Bagimsiz Iletisim Agi. 2020-03-06. Roja wergirtinê: 2020-12-12.
Girêdanên Derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- Bi Firat Cewerî re li ser ’Ez ê yekî bikujim’, Hevpeyvîn: Mûrad Ciwan, NETKURD Archived 2008-12-19 at the Wayback Machine
- Hevpeyvînek bi Firat Cewerî re, Hevpeyvîn: Mahabad F. Arda, Amîda Kurd
- FIRAT CEWERÎ: Ez li cîhana xwe ya hundirîn vegeriyam, Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij, Rizgarî
- Firat Cewerî: Min xwe ji otosansurê rizgar kiriye, Hevpeyvîn: Kris Lauwerys, NEFEL