Gönül Dilan
Gönül Dilan | |
---|---|
Jidayikbûn | 18ê sibata 1992an (32 salî) Bismil, Amed |
Netewe | Kurd |
Pîşe | Hunermend, lîstikvan |
Amûr | Tembûr |
Salên çalak | 2016–niha |
biguhêre |
Gönül Dilan yan jî Gonul Dîlan,[çavkanî hewce ye] (18ê sibata 1992an li Bismil, Amed) hunermend û lîstikvaneke kurd e.[1]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dilan di 18ê sibata 1992an li navçeya Bismila Diyarbekirê ji dayik bûye. Berwerdeya xwe li Konservatuara Zanîngeha Stembolê perwerdehiya beşa dengê wergirtiye. Di heman demê de li Dibistana Şanoyê ya Navenda Akademiya Selahattin Taşdöğen salekî perwerdeya şano û zimanê bedenê wergirtiye. Dilan ji xeynî karê muzîkê di heman demê de berwerdekara tembûrê ye.[2]
Dilan di şanzdeh saliya xwe de albûma xwe ya yekem derxist. Piştre navberek dirêj daye karê muzîkê û perwerdeya lîstikvaniyê wergirtiye. Di sala 2016an de di fîlma Aşka geldik (fîlmeke tirkî ye) ku di sala 2016an de derketibû, rola sereke lîstiye.[2]
Piştî vê navberê ya dirêj di sala 2018an de biryar dide ku bi zimanê xwe yê dayikê bi zimanê kurdî muzîkan çêbike û bi yekemîn strana xwe ya bi kurdî ya bi navê "Derewînî" vedigere muzîkê. Piştre berhema xwe ya 2019an "Dildaro" dest xistiye. Di gulana sala 2019an de bi sitrana "Kurdî Mashup" a ku ji sê stranan pêk hatiye derxistiye. Stranên ku ji "Derewînî" û "Dildaro" pêk tê veguherandiye EPa bi navê "Jin Jiyanê". Di nîsana 2020an de strana Gerdenzerê ya ku ji du berheman pêk tê derxistiye. Karên xwe yê muzîkê bê navber bi berhemên xwe yên albûm û videoklîp ên ku di demên dawiyê de derxistiye berdewam dike. Dilan, li gelek welatan beşdarî konser, dawet û bernameyên çandî bûye.[2]
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Single
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ez nadim
- Bê dila min
- Gerdenzerê
- Jin jiyan e
- Meyro/Ziravê
- Te ji min xêre
EP
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ay silêman
- Pêşiya malê
- Dîlber
- Îşev şevka baranê
- Reng esmerê
- Zozan zozan e
Fîlmografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fîlm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Aşka geldik
Rêzefîlm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Jan
Klîb
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Derewînî
- Ez nadim
- Kurdî mahsup
- Bê dila min
- Dildaro
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Gönül Dilan kimdir, kaç yaşında, nereli, boyu ve kilosu? - Biliyo.org". www.biliyo.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 adar 2022.
- ^ a b c "Gönül Dilan". Spotify (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 adar 2022.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |