Gûran
Gûran an jî Goran, li hinek herêmen Kurdistan ji xelkên negirêdayî eşîran re dibêjin.
Gûran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Beşekê Kurdan li başûrê welat girêdaye eşîran nîne. Ji wan re kurdên eşîrî dibêjin Gûran. Pirraniya gûranan zûda dest ji koçerbûne berdane, di gundên axayên eşîran de wek mirêban dijîn û xelkên eşîrî wan xof dibînin.
Gûran û Eşîra Gûran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gûran bi taybetî li herêma Gûran (Gûran (herêm)) jiyan dikin. Di vê mintiqe de eşîreke mezin jî bi navê gûran heye. Li ser pêwendiya gûranên bêeşîr û eşîra gûran gelek guftûgoye gûr tên meşandin; hinek kes baveriya wan ewe ku eşîra gûran ji gûranan qetîyaye, hinek jî baldikşînin ser cûdatiya gûranan û eşîra gûran û îda dikin kû pêwendiya wan bi hev re tune ye.
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gor Mînorsky navê Gûranan û Gûran di etîmolojiyên xwe de jî cûda ne. Herwaha li gor wî navê Gûranan ji gawberekan (ên ku bi gaan koçdibin) û navê Gûran (eşîra Gûran) ji gebr (farisî: gavir) tê.
Ziman û Ol
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gûran bi pirraniya xwe yarsanin û kelhurî diaxivin.
Bide ber
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara têkildarî civakê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |