Yarsan
Yarsan anjî Ehl-e heq (bi farisî: اهل حق), navê dînekê kurdan ê kevin e li Kurdistanê û Rojhilata Navîn.
Peyvnasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ji bo kesên girêdayî dînê Yarsan ev peyvên li jêr tên bikaranîn;
Kesên pîroz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Siltan Sahak damezrînerê vî dînî ye
- Baba Yadegar
- Yarsan ango Ehl-e Heq ji aliyê rejîma Tehranê ve weke Şîiyan tên bi nav kirin, lê ew ji bo pêkanîn û pratîka dînê xwe terîqeta mîstîk a Nuralî Îlahî û bavê wî Hajj Nematollah dişopînin. Nûr Elî Îlahî pirtûka pîroz Burhan nivîsiye, ku weke pirtûkeke dînê Ehl-e Heq tê dîtin.
Ji bo Yarsanan Tirbeya Siltan Sahak cihekê pîroz e. Ev tirbe li Şêxan (Pawe) ye. Her wisa Tirbeya Baba Yadegar jî pîroz e ku ew jî li Dalahû ye.
Pirtûkên pîroz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Navê pirtûka pîroza yarsaniyan Serencam e.
Bawerî û rîtuelên dînî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di baweriya Yarsanan de reenkarnasyon (tenasûh) heye û di wê baweriyê de ne ku Elî vegeriye dinyayê. Ev nêrîn Yarsanan ji Şîîyan cuda dike.
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dînê Yarsan di sedsala 15ê de ji aliyê Siltan Sahak an jî Siltan Îshaq ve hate damezrandin.
Cografya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Hejmara Yarsaniyan li gor hin kesan 4 ji milyonan zêdetir e, piraniyan wan li parêzgeha Kirmanşan a Îranê dijîn. Hejmarek ji wan jî e ku Kakêyî tên navkirin, nêzîkî Kerkûkê bi cîh in. Lê li gor hin çavkaniyan hejmara wan ji milyonekê kêmtir e û civateke wan a girîng li Tehranê, û çend Êlen Yarsan li Bahdînan bi Navê Şebek û Sarlî jî hene.
Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Yarsan Hewramî, Soranî, Kirmaşanî, Lorî û Lekî diaxivin (zimannas Hewramî û sê terîqetê wan yên ku ji hev gelekî chê ne hene.
Civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Gelek ronakbîr Yarsaniyan û Êzidiyan wek hev dibînin.
Rejîma Komara Îslamiya Îranê Yarsan wekî dînekî serbexwe qebûl nake û lewma herdem ji aliya parêzerên mafên mirovên cîhanê rexne lê dê girtin.
Gelek caran xwepîşandan û têkhelçûn navberî xelkê Yarsaniyan û Komara îslamiya Îranê diqewme.
Çand[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Kakeiyye Hareketi: [1]
- Hüseyin Deniz, “Kakailik ve Alevilik”, Dersim Araştırmaları Merkezi, erişim
12 Haziran 2017, http://www.dersimarastirmalarimerkezi.com/kakailik[Girêdan daimî miriye]
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Doxa Yarsaniyan li Îranê
- Malperek li ser yarsaniyan
- Malperek li ser yarsaniyan
- Ahle Haqq music , Grûpa muzîka Razbar (Rezber) a Yarsaniyan Girêdana arşîvê 2014-12-24 li ser Wayback Machine
- Yarîkurd malpera Yarsanan Girêdana arşîvê 2017-06-10 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |